Li Şanoyê Gabrîel ji bo Efrînê hate şermezarkirin

Li Hambûrgê li avaniya şanoyê ya dîrokî ji bo ku di êrîşa Efrînê de tangên Elamnya têne bikaranîn temaşavekî Wezîrê Karê Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel şermezar kir.

Li avahiya şanoyê Thalîa Theater a Hambûrgê Wezîrê Karê Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel ê ku tevlî bernameya pirtûka nû ya nivîskar Navîd Kermanî bûbû, rastî li protestoya Efrînê hat.


Piştî ku Gabrîel dest bi axaftinê kir komeke temaşevan bi sedema ku tangên ‘Leopard ıı’ ên Elman di êrîş û komkujiyên bi ser Efrînê de têne bikaranîn dirûşm berz kirin û pankart vekirin. Di navbeyna Gabrîel û çalakgeran de nîqaşeke bi gotinan a ku çend deqeyan dom kir çêbû.


Çalakgeran li hêla hêwana şanoyê pankarta ‘’Tirkie bombe dike, Elman pere bi dest dixe’ û li hêla jî pankarta ‘Hevgirtina bi Kurdistanê re’ hate daleiqandin û çalakgeran bi dengekî bilidn qêriyan û gotin, ‘’Bes çekan bifiroşin dewleta Tirk.’’


Gabrîel li ser vê şaş ma û got, ‘Na, min tang nefirotine Tirkiyê, min tenê peywira xwe bi cih anî’ û çalakgeran jî got, ‘’Di îxracara çekan de îmzeya we heye, ji vê 30 milyon Euro we bi dest xistiye.’’
Gabrîel got, ‘’Tangên ku niha têne bikaranîn hikûmeta me nefirotiye, lê ev nayê wê maneyê ku em ê li dijî operasyonên Tirkiyê ranewestin û ji bo ku ev raweste em hewl didin.’’


Temaşevanên li hêwanê jî bi çepikand destek dane protestoyê.