Li 8 bajarên Swêdê çalakiyên ji bo Efrînê

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li bajarên Stockholm, Orebro, Gavle, Borlange, Goteborg, Kalmar, Helsîngborg û Malmo yên Swêdê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li bajarên Stockholm, Orebro, Gavle, Borlange, Goteborg, Kalmar, Helsîngborg û Malmo yên Swêdê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

STOCKHOLM: Ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê werin şermezarkirin, êvara Şemiyê li Balafirgeha Arlanda ya li nêzî paytext Stockholmê çalakî hate lidarxistin. Çalakî li termînala xeta derveyî welat de hate kirin û alên PKK, KCK, PYD, YPG/YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Kurdistaniyan li ser êrîşên hikumeta AKP'ê belavok li rêwiyan belav kirin û dirûşmên "Piştgirî ji bo Efrînê", "Artêşa Tirk ji Efrînê biciheime", "Bijî berxwedana Efrînê", "Kujer, faşîst Erdogan", "Em ê faşîzma li Tirkiyeyê bieciqînin", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê dekeve", "Xwîn ji Kurdistanê tê, cîhan bêdeng e", "Bijî YPG/YPJ", "YPG/YPJ gel e, gel em in", "Bijî Serok Apo" qîriyan. Çalakî piştî 2 saetan qediya. Çalakgeran diyar kirin ku wê bi ruhê Kobanê xwedî li Efrînê derkevin û ji bo çalakiya 21'ê Çileyê roja Yekşemê saet 15:00 a li meydana Sergel Torg a Stockholmê banga tevlîbûnê li Kurdistaniyan û dostên wan kirin.

OREBRO: Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Orebroyê, Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê li navenda bajêr li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Girseya gel li ber pankartên bi nivîsa "Dagirkeriya dewleta Tirk bisekinînin", "Efrîn bi tenê nîne" meşiya. Bi navê NCDK a Orebroyê axaftin hate kirin û hat ragihandin, êrîşa AKP'ê ya li ser Efrînê êrîşa li dijî Kurdên li hemû parçeyan e. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî diyar kirin ku Kurd hemû wê heta dawiyê destekê bidin Efrînê û bang li hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kirin ku li ber dagirkeriya Tirkiyeyê rabin.

GAVLE: Xwepêşandana li bajarê Gavle jî li meydana Storatorgetê pêk hat. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên Kurdistanî û Swêdî li viri axivîn û diyar kirin ku rejîma AKP'ê ji bo nehêle Kurd bibin xwedî statu, plana xwe ya dagirkirina Rojava xistiye meriyetê. Nûnerê PYD'ê yê Swêdê Şiyar Elî jî destnîşan kir mîna DAÎŞ'ê wê dewleta Tirk jî têk biçe û banga piştgiriya bi Efrînê re li Kurdistaniyan û dostên wan kir.

BORLANGE: Li bajarê Borlangeyê Kurdistaniyên ji çar parçeyan ji bo şermezarkirina bomberdûmana Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, daketin qadan. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Kujer Erdogan" û "Artêşa Tirk ji Efrînê bicehime", "Erdogan û DAÎŞ yek in" hatin qîrîn.

GOTEBORG: Bi sedan Kurdistanî li Goteborgê daketin qadan. Di meş û mîtîngê de dirûşmên "Efrîn ne bi tenê ye", "Kujer Erdogan, durû Yekîtiya Ewropa" ahtin qîrîn. Hevserokê NCDK a Goteborgê Abdullah Kaya Rûsya ya ku destûr daye êrîşên dewleta Tirk û DYA ku bêdeng e bi tundî rexne kir. Her wiha bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku piştgiriyeke xurt bidin Efrînê.

KALMAR: Kurdistanî û dostên wan li bajarê Kalmarê jî bi heman armancê daketin qadan. Di axaftinan de hat ragihandin, gelê Efrînê bi tenê nîne û bang li hikumeta Swêdê hate kirin ku li ber planên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava rabe. Mîtîng li navenda bajêr pêk hat û dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Kujer Erdogan", "Dewleta Tirk ji Rojava bicehime" hatin qîrîn.

HELSÎNGBORG: Bi banga NCDK a Helsîngborgê Kurdistanî li navenda bajêr li hev civiyan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û banga piştgiriya bi gelê Efrînê re kirin. Li vir daxuyanî hate dayin û hat gotin, parastina sîstema ku dikare ji bo paşeroja Sûriyeyê bibe mînak, divê hemû mirovên pêşverû û raya giştî ya demokratîk bikevin nava liv û tevgerê.

MALMO: Kurdistaniyên li bajarê Malmo dijîn tevî dostên xwe li navenda bajêr li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li vir axivîn û gotin, heta ku dewleta Tirk li Efrînê têk biçe, wê li meydanan bin. Di xwepêşandanê de dirûşmên "Efrîn bi tenê nîne", "Artêşa Tirk ji Rojava bicehime", "Bijî YPG/YPJ" hatin qîrîn.