Li 7 navendan Cejna Zimane Kurdî hate pîroz kirin
Li 7 navendan Cejna Zimane Kurdî hate pîroz kirin
Li 7 navendan Cejna Zimane Kurdî hate pîroz kirin
Bi minasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li navçeya Elkê ya Şirnexê, Navenda Mêrdîn û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, navçeyên Bismil û Peyasê yên Amedê, navçeya Şemzînanê û Navenda Wanê şahî hatin lidarxistin.
PEYAS
Bi minasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê kurdî li 7 navendên Elk, Mêrdîn, Şemrex, Bismil, Peyas, Şemzînan û Wanê şahî hatin lidarxistin. Li navçeya Peyasê ya Amedê xwendekarên ku li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê perwerde dibînin, li mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Ali Erelê li hev kom bûn û 15'ê Gulanê pîroz kirin. Di şahiya vir de axaftinên li ser girîngiya ziman hat kirin. Piştî şahiyê pirtûkên çîrokan ên kurdî hatin belavkirin. Şahi bi muzîkê bi dawî bû.
ŞEMZÎNAN
Li Navçeya Şemzînan ya Colemêrgê jî di pêşengiya KURDÎ-DER'e de beriya meşa ku îro li Şemzînanê be kirin daxuyanî hat dayîn û banga tevlîbuna meşê hat kirin. Rêveberên BDP'ê, Wekilê Şaredar, Nûnerên KURDÎ-DER, KCD, MEYA-DER, KESK, Meclisa Jine ya BDP'ê, xebatkarên Navenda Guldexwîn û gelek kesên din kom bûn û li taxan belavokên tevlîbûnê belav kirin. Di belavokan de banga bila her kes sibe seet di 14.00'an de li ber Şaxa KURDÎ-DER'e kom bibin û tevlî meşê bibin hat kirin.
WAN
Li Wanê jî bi heman armancê, ji aliyê KURDÎ-DER'a Wanê ve li Parka Feqiyê Teyran Dîwana Dengbêjan hat avakirin û gelek dengbêjan stran gotin.
ELK
Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî bi heman armancê bi tevlîbûna Rêveberên BDP'ê û xebatkarên şaredariyê li ber avahiya BDP'ê kom bûn û heta avahiya şaredariyê meşek pêk anîn. Revebera BDP'a Elkê Rahime Ataman, li vir daxuyanî da û xwest li dijî astengiyên li ser ziman têkoşinê bilind bike.
ŞEMREX
Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî panel hat ayin. Panel li avahiya BDP'ê ya Şemrexê hat ayin. Beriya Panelê li ber avahiya BDP'e daxuyani hat dayîn. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên BDP, Şaredarî, MEYADER û gelek welatî amade bûn
BISMIL
Li navçeya Bismilê ya Amedê jî bi heman armancê Nûnertiya Egîtîm Senê li ber Şaxa PTT'e ya Bismilê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de rêveberên BDP'ê, endam û rêveberên Egîtîm Senê û gelek welatî amade bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên "Cejna zimanê Kurdî pîroz be, em perwerdeya zimanê dayîkê dixwazin", "Ziman rûmete, rûmetê biparêze", "Destê xwê ji zimanê me bikişîne", "Qedexekirina ziman hovitî ye" bilind kirin. Endamê Egîtim Senê Haşim Kilinç, bal kişand ser zextên li ser ziman û tundiya li ser ziman şermezar kir.
MÊRDÎN
Şaxa Egîtîmê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li avahiya KESK'e civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Serokê Şaxa Egîtîm Senê Mehmet Can Yildiz, li ser wateya cejna ziman rawestiya û sîstema perwerdeya dewletê rexne kir.