Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan tên meşandin, dewam dikin. Li Êlih, Agirî, Mêrdîn, Colemêrg û Edîrneyê di van operasyonan de gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
ÊLIH
Li taxên Petrolkent û Gultepeyê yên Êlihê polîs û tîmên taybet bi ser gelek malan de girtin. Di van serdegirtnian de xebatkarê Şaredariya Êlihê Halîs Tûran li mala xwe ya li taxa Gultepeyê hat binçavkirin. Tûranê ku mebesta binçavkirina wî nehat zanîn, şandin Muduriyeta Polîsan a Êlihê.
AGIRÎ
Li navçeya Agirî Bazîdê, polîsên Tirk avêtin ser mala kesê bi navê Mehet Çete û di dema serdegirtinê de narincok avêtin hundirê malê. Ji ber teqîna vê bombeyê, xisarek mezin li malê bû. Di serdegirtina li taxa Yenîmahale de Ahmet û Mehmet Çete, tevî 2 kesên din hatin binçavkirin û li Qereqola Polîsan a Ûlûyolê tên ragirtin. Li navçeya Giyadînê jî hêzên dewletê danê sibehê avêtin ser gelek malan û Hevşaredara Giaydînê Hazal Aras, tevî Lutfu Demîr, Fevzî Kahraman û Ferhat Bîrgul bi îdîaya "endametiya rêxistinê binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
MÊRDÎN
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, Farûk Aydin û Sûphî Soylemez ên berî du rojan hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. Li vê derê Aydin serbest hat berdan, lê Soylemez bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
COLEMÊRG
Li Geverê di êrîşa polîsan a li hemberî Taxa Dîzelê de, ji aliyê hêzên dewletê ve Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Sîbel Çapraz birîndar bûbû û piştî mudaxleya lezgîn Çapraz sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Nexweşîna Hestiyan a Metîn Sabanci kiribûn. Piştî Çapraz tabûrcû bû hat binçavkirin û bi îdiaya "Endama rêxistinê" ye hat girtin. Çapraz di tedawiya xwe yî 96 rojan de tam 15 caran emeliyat bû û duh ji nexweşxaneyê derket. Çapraz a ku ji roja birîndar bûye ve di bin çavdêriya polîsan de ye bi wî halê xwe yî birîndar hat binçavkirin û wê şandin Muduriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê ye. Piştî karên li muduriyeta polîsan Çapraz sewqî Dadgeha Stenbolê kirin û îfadeya wê ji aliyê dozgeriya Geverê ve bi rêya SEGBÎS'ê(Pergala Înformatîk a Deng û Dîmen) hat girtin. Dozgeriya Geverê bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kirin. Her çiqas parêzerên Çapraz rewşa wê yî tenduristî bo dadgehê dan der jî, heyeta dadgehê bi îdiaya "Endama rêxistinê ye" û "Gel ber bi nifrîn û dijminaniyê ve tehrîk kiriye" birayara girtina wê da û ew şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Hat diyarkirin ku wê parêzerên wê îtîrazî biryara dadgehê bikin.
EDÎRNE
Li navenda bajarê Edîrneyê polîsan avêtin ser 8 malan. Di serdegirtinan de xwendekarên zanîngeha Trakya jî di nav de HDP'yî hatin binçavkirin. Binçavî birin Midûriyeta Emniyetê ya Edîrneyê.