Heyeta 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Îzmirê ji 36 xwendekarên Zanîngeha Denîzliyê ku bi îdîaya "Hola Kaosê" pêş xistine û endamê YDG-M'ê ne dihatin darizandin jê li 23 xwendekaran bi îdîaya "Endame rêxistinê ne" bi tevahî 143 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birîn.
Rûniştina biryarê ya doza 36 xwendekarên Zanîngeha Pakûkale ya Dênîzliyê li 8'emîn Dadgeha Cezayê giran ya Îzmîrê hate dîtin. Heyeta dadgehê ji 36 xwendekaran 23 xwendekar bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" ceza kir.
Heyetê xwest dosya xwendekarên bi navê Medine Varol, Nesrin Denîz, Abdurrahim Erzen, Gulistan Aydemîr, Omer Bayram û Îsmail Karakaya ji yên din bê cudakirin. Heyetê di derbarê Aziz Oruç, Kesîre Dînar, Oznur Bartin, Neval Aslan, Firat Zeydan, Hanîfî Kara, Omer Çîftçî, Suleyman Efe, Ersîn Demîrkol, Volkan Demîr, Mehmet Bartan, Berna Guzel, Hatîce Yalçin, Mehmet Daniş, Semra Gonenç, Osan Guzel, Bedrettin Bulut, Bahar Aydemîr, Songul Agdeve, Utku Morsumbul, Ahmet Dundar Eren, Mehmet Aslan û Tarik Derelî de bi idîaya "Endamên rêxistinê ne" ji bo her kesekî 6 sal û 3 meh bi tevahî 143 sal ceza birî. Heyetê di derbarê 36 xwendekaran de bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" li gorî xala 6352'an ceza paşve xist. Parêzeran diyar kirin ku dê ceza temyîz bikin.