Leyla Guven hate berdan

Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 4’ê Hezîranê wekîltiya wê hatibû betalkirin û girtin, îro di saetên şevê de hate berdan.

Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllari ên 4’ê Hezîranê wekîltiya wê hatibûn betalkirin û girtin.

Guven a ji ber ‘cezayê’ mehek û nîvê mabû hatibû girtin, bi sîstema kontrolkirinê ya ku wê neçe girtîgehê, ev yek pêk nehatibû, hate girtin û şande Girtîgeha Amed a Tîpa T a Jinan.

Serlêdana parêzeran a ji bo mûwkîla wê hate erêkirin, Guven îro di saetên şevê de hate berdan.

'EM  WEKE GEL BI TEQEZ BI SER BIKEVIN'

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven piştî hate berdan û şûnde daxuyaniyek da û bibîr xist ku Parlmenterê HDP’ê Mûsa Farisogûllari nexweş e û niha girtiye û got: “Em dizanin ev têkoşînek e. Em dikevin dewsa hev du. Heta ku gelê Kurd azad nebe em ê li ber xwe bidin. Em ê ti carî paşve gav navêjin. Em bi wekiltiyê nehatin vê derê. Her der qada têkoşînê ye. Em ê têkoşîna xwe bi her şiklî berdewam bikin. Li gor daxwazên gelê Kurd, hem wekî jineke Kurd hem wekî Hevseroka KCD’ê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Va ye Kurd bi sala ne di zindana de ne. Ne ku sûcdar in li berderê zindana ne, neyartî li hember Kurdan heye. Em dizanin em kî ne ji ku ve hatine bi kû ve diçin. Spas ji bo hevalên ez pêşwazî kirim.”

Guven got: “Ez ji gelê me re dibêjim ti car morala xwe xerab nekin. Yên di tengijîne ne em in, ew in. Em, gelekî bi rêxistinkirîne, bi teqez em ê bi ser bikevin. Ji bo azadiya gelê kurd çi bivê wê bê kirin. Ew roj nêzîk in. Ji ber wê van tiştan dikin. Em neyên lîstikan. Em HDP, em ê xebatên xwe bi her awayî bikin."