Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji ber hejarî û bêkarî neçar dimîne qeçaxê dike rastî erîşên hêzên ewlekeriyê yên Îranê tên. Hate diyarkin ku hezên rejîmê di 9 Kanunê de Kurdê bi navê Nasir Muzeferyan bi temenê 55 salî bi giranî birîndar kir.
Li gorî daxuyaniya Komiteya Helwdana Damezrandina Kamyaran hezên rejimê yên çekdar erîş birine ser kasibkaran û Nasir Muzeferyan bi giranî birîndar kiriye.
Lê belê hêzên rejîmê Muzeferyan beyî ku rakin nexweşxaneyê di nav xwînê de dihêle û cihê buyerê terk dikin. Komite diyar ku piştî demekî dirêj malbata wî pê ve digihe û Muzeferyan radikin newxeşxaneyê.