Leşkerên Tirk li sînorê Rojhilatê Kurdistanê kesek qetil kir
Leşkerên Tirk li sînorê Rojhilatê Kurdistanê kesek qetil kir
Leşkerên Tirk li sînorê Rojhilatê Kurdistanê kesek qetil kir
Li gundê Dagdelen ê navçeya Bazid a Agiriyê Memîr Arikboga yê 45 salî ku bazirganiya sînor dikir, ji aliyê leşkeran ve hate qetikirin.
Li gundê Qarik a Bazid a Agiriyê, Memiş Arikboka yê 45 salî di encama gulebarankirina leşkerên Qerekola Hidut de jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin; saet di 03.30’an Arikboga yê ji Îranê der barê axa Tirkiyeyê dibû, bi îdîaya ku qeçaxvaniyê dike ji aliyê leşkeran ve hate birîndarkirin. Arikboga yê ji stûyê xwe birîndar bû, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Arikboga ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya navçeyê.
Li cihê bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.