Leşkerên Tirk li sînor ciwanek qetil kirin

Leşkerên Tirk ku li ser sînorê Rojava her roj welatiyan gulebaran û îşkence dikin, lê ti kes li hemberî wan dengê xwe nake, îro jî ciwanek destpêkê îşkence, piştre jî qetil kirin. Di êrîşa leşkeran de 3 kes jî birîndar bûn.

Leşkerên Tirk ku li ser sînorê Rojava her roj welatiyan gulebaran û îşkence dikin, lê ti kes li hemberî wan dengê xwe nake, îro jî ciwanek destpêkê îşkence, piştre jî qetil kirin. Di êrîşa leşkeran de 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegîhanên ANHA’yê ji herêmê ragihandine, ciwanê bi nave Şîhan Oerek Hesen ê 21 salî yê ji gundê Mamela yê Navçeya Racoya Efrînê, ji bo ku pêdiviyên malbata xwe bîne, îro piştî nîvro bi çend kesên din re xwest ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe.

Hesen û hevalên xwe dema li nêzî gundê Meydan Ikbis ê Racoyê sînor derbas kirin ji aliyê leşkerên tirk ve hatin girtin.

Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku leşkeran îşkence li Hesen û 3 kesên din kiriye û gefa kuştinê li wan kirin. Piştî îşkenceyê leşkeran Hesen û 3 kesên din berdan, lê 4 welatî dema vedigeriyan aliyê Efrînê vê carê ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarandin.

Di encama gulebaranê de Hesen ji pişta serê xwe gule xwarin û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. 3 kesên din jî birîndar bûn. Cenazeyê Hesen û 3 kesên birîndar anîn Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê.

Bijîşkan destnîşan kirin ku li ser laşê Hesen şopên îşkenceyê hene û gule li paşiya serê wî hatiye xistin. Cenazeyê Hesen piştî muameleyên li nexweşxaneyê teslîmî malbata wî hate kirin.