Lêpirsîna mexdurên Geziyê rawestiyaye

Lêpirsîna mexdurên Geziyê rawestiyaye

Lêpirsînên li dijî kesên tevli Berxwedana Gezî bûne, dibin dadgehan û balkêşe ku tu dozên mexdurên Berxwedana Gezî ku rastî şîdeta tund ya polîsan hatin jî pêşve neçûye.

Piştî berxwedana Geziyê li gelek bajarên Tirkiyeyê, hikûmeta AKP’ê neçîra xwe da destpêkirin û didome. Her wiha  bi sedan kesên çavên wenda kirin û birîndar bûn, ligel ku serlêdana sûc kirin jî tu lêpirsîn bo wan nehatiye destpêkirin.

Li Stenbolê serlêdananên kesên polîs gilî kirine destpêkê di dosyayekê de hatine berhevkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de destpêkê dîmen hatin berhevkirin û piştre ji bo lêpirsînê dan heyeta kesên zana. Heyeta demekê xebitî piştî demekê ji pewyirê vekişiya.

Bi vekişîna heyeta kesên zane 20 kesên rastî şîdeta polîsan hatin mexdur bûn. Piştî biryara vekişînê dîmen teslîmê emanetên edlî hatin kirin.  Dadgeh jî ji bo heyeteke nû ya kesên zane dest bi xebatan kir.