Lêgerîna edeletê ya doza Esenyurtê

Lêgerîna edeletê ya doza Esenyurtê

Beriya 9’emîn danişîna doza Esenyurtê, malbatên li ber edliyê bûn, careke  din edelet xwestin û gotin ku ‘yekşema yekemîn ya mehê dê çalakiya xwe ya edelet û wijdanê ya li Galatasarayê’ bidomînin.

 Li navçeya Esenyurt a Stenbolê di înşata AVM’ê de agir derket bû û 11 karkerî jiyana xwe ji dest dabû. Doza der barê bûyerê de hatibû vekirin îro li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoyê dê bidome.

Beriya danişînê malbatan li ber eldiyê pankarta ‘Me Esenyurt ji bîr nekir, em nadin jibîrkirin’ vekirin û wêneyên xizmên xwe hildan.

Li ser navê malbatên li edeletê digerin Damla Kiyak, bertek nîşanê biryara tahliya gumandaran da û got: “Em birarê adîl nabînin. Têkoşîna me dê bidome. Em rapora heyeta kesên zana qebûl nakin.

Berpirsên AVM’ê  ji xwe derketin holê. Ligel ku felaket diyar bû jî pêşî lê nehatiye girtin. Çalakiya me dê roja yekşemê  jî bidome.”