Serokê Rûmetê yê HDK'ê Parlamenterê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu, girîngiya Nobeda Wijdan û Edalet ku ji Stenbolê derbasî Wanê bû ji ANF'ê re nirxand.
Kurkçu diyar kir, hem Meşa Edaletê ya CHP'ê, hem jî Nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP'ê nîşaneya pêleke mezin a bê îteatiya sivîl e.
Kurkçu bibîr xist, bi referandûmê re beşeke mezin a vî gelî bi awayekî vekirî nîşan da ku naxwaze di nava rejîmeke zordar de bijî û got, "Em HDP, hem ji bo bibin îfadeya siyasî ya vê hesta gel, hem jî vê yekê bigihînin tevgerên civakî, me dest bi Nobeda Wijdan û Edaletê kirin."
'REWŞA AWARTE NEBE, REJÎMA TAYYÎP ERDOGAN NIKARE BIJÎ'
Kurkçu da zanîn, Tirkiye ji aliyê rejîmeke sûc ve tê birêvebirin û anî ziman, dewlet bi hêza xwe ya polîs û leşkeran, karê sêyemîn mezintirîn partiya li parlamentê asteng dike û sûc dike.
Di dewama axaftina xwe de Kurkçu got, "Vî sûcê xwe ancax dikare bi rejîma Rewşa Awarte binixumîne. Lewma rejîma Tayyîp Erdogan nîşan dide ku bêyî Rewşa Awarte nikare bijî. Bi awayekî zelal li holê ye, ku ji vê rejîma Rewşa Awarte, demokrasî û edalet nayê hêvîkirin."
Kurkçu destnîşan kir, ku mîna têkçûna Erdogan a li referandûma 16'ê Nîsanê, wê di mijara rejîma ku dixwaze bîne wê winda bike û got, "Dîrok dîktatoran timî li dû xwe dihêle; hemû dîktator ber bi dawiya xwe ve dimeşin. Em, dîktatoriyeke ku nehatiye hilweşandin û emrê xwe yê siyasî û şexsî temam nekiriye, nas nakin. Tayyîp Erdogan jî wê bibe yek ji van. Em li benda wê rojê ne."