Kurkçu: Emê dest bi meşa xwe ya dirêj bikin
Kurkçu: Emê dest bi meşa xwe ya dirêj bikin
Kurkçu: Emê dest bi meşa xwe ya dirêj bikin
Parlamenterê Mersînê Ertûgrûl Kurkçu yê di 1. Kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de nesax ket û rakirin nexweşxaneyê, îro derket. Kurkçu diyar kir ku ew rehet bûye û got, "Emê kar dabeş bikin. Û emê dest bi meşa xwe ya dirêj bikin."
Hevserokê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu yê di dema Kongreya HDP'ê ya 27'ê Cotmehê li Enqerê de nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê, îro derket. Parlamenterê Mersînê Kurkçu li gel Hevseroka HDP'ê Sebahat Tûncel daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama dermankirina du rojan de rewşa wî baş bûye.
Kurkçu anî ziman ku ew bi hêz û enerjiyeke nû dest bi wezîfeya xwe ya nû dike û ji her kesên li nexweşxaneyê hatin serdana wî û bi telefonê lê geriyan, spas kir. Kurkçu ragihand ku ew beriya niha anjiyo bûbû û bibîr xist ku ji ber xetimîna reh nexweş ketiye û lê di encama dermankirinê de baş bûye. Kurkçu da xuyakirin ku ji bilî MHP'ê ji partiyên din li wî geriyane, Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek jî lê geriyaye û jê re şîfa xwestiye.
Kurkçu diyar kir ku piştî kongreya bi heybet a HDP'ê ew ketine ser rê û got, "Li gel Hevseroka partiya xwe emê dest bi amadekariya civînên meclîsa partiyê yên dawiya hefteyê bikin. Emê desteyên xwe ava bikin. Desteya Rêveberiya Navendî ava bikin. Emê dabeşkirina wezîfeyan bikin. Û dest bi meşa xwe ya dirêj bikin."
Kurkçu da xuyakirin ku dem hatiye polîtîkayên xwe yên der barê hilbijartinên herêmî de diyar bikin û destnîşan kir ku wan amadekarÎ kirine û got, "Ez di wê baweriyê de me ku me destpêkek gelekî xweş û baş kirine. Em ne li bendê bûn ku pêkhateyeke ewçend baş di demeke ewçend kurt de bên gel hev."
Li ser pirsa têkiliya BDP û HDP'ê ya di mijara hilbijartinên herêmî de Kurkçu destnîşan kir ku li her cihên BDP bi ala xwe tev li hilbijartinan nebe, dê ji bo serketina HDP'ê kar bike.
Hevseroka HDP'ê Sabahat Tûncel jî da xuyakriin ku ew dest bi destpêkeke nû dikin û anî ziman ku bi ezmûneke ji 30-40 salan ew hatine roja îro. Tûncel diyar kir ku ji bo ezmûnên nû lê zêde bikin ew ketine ser rê û ji xwe bawerin ku bi vê enerjiyê gelek karên mezin bi ser bixin.