Kurkçu: Bi Îslamê re der barê kedê de dikare hevkarî pêk were
Kurkçu: Bi Îslamê re der barê kedê de dikare hevkarî pêk were
Kurkçu: Bi Îslamê re der barê kedê de dikare hevkarî pêk were
Parlamenterê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu ku kesekî girîng yên ji tevgera çep a Tirkiyeyê ye got pirsgirêkên di navbera çep û oldariyê de bê rakirin û hevkariye ked û Îslamî mumkune. Kurkçu wiha got: “Ez nafikirim ku di navbera me û cemata Fetullah Gulen de lêgerîneke hevkariyê hebe.
Kurkçu pirsên ANF’ê nirxand û got di mijara têkiliya navbera çep û ol de tevgera kurd tecrubeyên mezin qezenckirine û got divê çepa tirk ji vê xwe dur nexîne. Kurkçu baweriya muslimanetiyê û îslama siyasî ji hev veqetand û der barê ku Îslam li ser kîjan şîrove û kîjan esasan hevkariyê ava dike jî nirxandinên balkêş kir. Kurkçu got her kes karkere û got kesê cudahiyê bike navbera xwe û karkeran ji bo sosyalîzmê naxebite.
LI TIRKIYEYÊ DI SOSYALÎZMÊ DE NÊZÎKATIYA POZÎTÎVÎST HEYE
Kurkçu da zanîn ku li Tirkiyeyê di esasa xwe de nêrîna serdest, pozîtîvîste û got: “Metodoliya ku Marks ji bo ol pêşxistiye, mixabin li Tirkiyeyê di sosyalîzmê de baş nehatiye bicihkirin. Ez difikirim ku nêzîkatiya pozîtîvîst li Tirkiyeyê gelek zêde ye. Ev bi giştî wisa nebe jî navberê pêk tîne. Divê ev ji holê bê rakirin.
Ji ber ku baweriya mirovan a bo cîhana din, çandeke der barê vê de pêşxistine ye. Ew wek kedkar daxwaz û mafên cudane. Ez wisa dibêjim; Ew hemû li dijî min bin jî ez dibêjim divê mirov bo karkeran xizmetê bikin. Ji ber wê peywira min a sereke eve ku divê ez rê bibînim. Ji ber vê jî dema mirov dinêrin di îsalmî de daxwaza wekheviyê di Îslamî de mumkune mirov bibînin. Xebata li ser wan mumkune.
BI GULEN RE LÊGERÎNA HEVKARIYÊ NEKARE BIBE
Kurkçu destnîşan kir ku baweriya musliman û îslama siyasî cudaye û got: “Li Misirê Birayên Musliman bûn desthildatdar. Niha li Mubarek digerin. Mekanîzmaya Mubarek dewr girtibûn. Lê musliman, kîptî, laîk, jin, mêr hemû daketin qada Tahrîrê. Niha mirov dinêrin di navbera siyaseteta Birayê Musliman û Muslimanên xizan de cudahiyek mezin heye. Ji ber vê jî ez jî nêzîkatiya ku wek muslimanên dij-kapîtalîzmê xwe li Tirkiyeyê dane bihistin cuda dibînim. Ez îslamê cuda dinirxînim, ku divê bibe qêrîna xizanan. Lê dema li Cemaata Fetullah Gulen dinêrim ne mumkune ku mirov bikevin lêgerîna hevkariya wê.
HEVKARIYEKE KU ESASA WÊ DE KED HEYE DIKARE BIBE
Kurkçu da zanîn ku şîrovayên cuda yên sosyalîzm û laîkbûnê hene. Laîkbûn bi wateya xwe ya teng re bi Danezana Gerdunî ya Mafê Mirovan jî dikeve naqokiyê. Ev gelek raste. Di baweriya îslamê de divê ji bo mafê xizanan têkoşîn bê dayîn. Mumkune ku mirov bo vê hevkariyekê ava bikin. Ji berk u Tirkiye li aliyekê civekek pirbaweriye. Ji bo vê jî tu pêşdaraza min nîne.
DIVÊ TIŞTÊN KARL MARKS BO OL GOTIYE JI NÛVE BÊ XWENDIN
Kurçu wiha pê de çû: “Pergala nû ya kapîtalîzmê niha êdî kar ji fabrîkayan berhev nake. Kar belavê her derê dike. Kar dike mala te. Dike kolan te. Parçe dike. Di nava vê parçebûnê de jî her kes karkere. Ji ber vê jî tenê xwe bi karker û aboriyê mijul nake. Di esa xwe de nêzîkar nabe. Ji ber ku karker jine, Protestan, elewî, gay, lezbiyen û heteroseksuele. Ji ber vê jî komeke karkekran ya ku tenê li cihekî dixebite tune. Belav bûye.
Niha dema tu vê siyasetê neaxivî, wek îktîsatvanekî, wek sendîkavanekî nêz bibî, wê demê tu karî bi beşeke karkeran re têkiliyê deynî. Ji ber vê jî tiştên ku Marks li ser ol gotiye divê niha ji nûve bê xwendin.
Em dixwazin ku karker li wir xwe wenda neke, hişmendiya xwe qezenc bike. Divê têkoşîna xwe bimeşînin. Divê em biçin cem wan û bi wan re bên cem hev. Kesê cudahiyê bikin navbera xwe û karkeran ji bo sosyalîzmê naxebite.