Kurdistaniyên li Bremenê ji bo Şengalê daketin qadan

Êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê, li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi meş û mîtîngekê hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên ku li ber mifteya eyaletê li hev civiyan heta ber avahiya parlamentê meşiyan û mîtîngek li dar xistin.

Qisekeran diyar kirin ku dewleta Tirk di bin sîwana NATO'yê de ji bo qirkirinê bi salan êrîşî gelê Kurd dike.

Hate ragihandin ku şehîdxistina Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) dewama vê polîtîkaya qirkirinê ye û hate gotin, "Dewleta Tirk nikare xwe li têkçûna çeteyên DAÎŞ'ê rabigire, lewma ev êrîş pêk anî."

Çalakgeran destnîşan kirin ku ev êrîş li dijî hemû pêkhate û destketiyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hatiye kirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.