Kurdistaniyên li Adigeyê dijîn berxwedana Farqînê silav kirin

Kurdistaniyên li Komara Serbixwe ya Adigeyê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Farqînê şermezar kirin. Kurdistaniyan berxwedana gel a Farqînê û Azadkirina Şengalê silav kirin.

Kurdistaniyên li Komara Serbixwe ya Adigeyê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Farqînê şermezar kirin. Kurdistaniyan berxwedana gel a Farqînê û Azadkirina Şengalê silav kirin.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya ser bi Federasyona Rûsyayê dijîn, li ber avahiya Otonomiya Çanda Kurd a Agiriyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. 

Li ser navê nûnerên saziyên Kurd û Kurdistaniyên li ber avahiyê civiyan, ji Otonomiya Çanda Kurd a Agirî Feyzo Huseyîn daxuyanî da û diyar kir ku dewleta Tirk li Farqînê sûcê li dijî mirovahiyê dike.

Huseyîn got, "Tîmên taybet ên Tirk di deh rojên dawî de li Farqînê xwîna gelê sivîl dirijînin. Divê xwedî li gelê me yê Farqînê bê derketin. Dewleta Tirk di şexsê Farqînê de dixwaze vîna hemû Kurdan bişikîne. Kurdan li ber zordariya li Kobanê û Şengalê li hemberî wan hat kirin serî netewandin. Li Farqînê jî wê serî netewînin. Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe ya li pêşberî vî sûcê mirovahiyê yê dewleta Tirk li Farqînê dike re, dibin hevparê vî sûcî."

Li dû axaftina Huseyîn girseya gel dirûşmên "Bijî Berxwedana Farqînê" qîriya û belav bû.

...