Kurdistaniyan li Frankfûrt û Marsîlyayê daxwaza edaletê kirin

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, di çalakiyê edaletê de daxwaza eşkerkirina hêzên li pişt komkujiya Parîsê hate kirin.

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, di çalakiyê edaletê de daxwaza eşkerkirina hêzên li pişt komkujiya Parîsê hate kirin.

FRANKFÛRT

Çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Frankfûrtê, bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) ve hate lidarxistin. Meclîsa Jinê ya Amara jî piştgirî da çalakiyê. Nûnera KOMAW'ê Delal Alpaslan li vir axivî û xwest, hêzên li pişt komkujiya Parîsê bên eşkerekirin.

Li ser navê malbatên şehîdan Azîze Yildiz jî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anî û got, ew ê şopdarê wan bin.

Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd li ber avahiya Walîtiyê çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Çalakiyê saet û nîvekê dewam kir. Çalakgeran wêneyên jinên şoreşger hildan û dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Şehîd namirin" qîriyan. Çalakgeran her wiha dosyayek radestî Walîtiyê kirin û gelek belavok belav kirin.