Navenda KURDÎ-DER'ê der barê girtin û binçavkirinê li 3 bajaran pêk hat, daxuyanî da û xwes ku demildest rêvebir û endamê KURDÎ-DER'ê serbest bên berdan.
Navenda KURDÎ-DERê têkildarî girtin û binçavkirinê dema dawî de li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku li taxa Huzurevleriya Navçeya Peyasê li ber avahiya KURDÎ-DERê hat dayîn tevî Rêvebirên KURDÎ-DERê gelek welatî amade bûn. Rêvebirê KURDÎ-DERê Rifat Ozturk, li ser navê komê daxûyanîe da û bal kişan ser operasyonê ku hikûmeta AKPê ji 14ê Nîsana 2009 an de daye destpêkirin. Ozturk, diyar kir ku AKP ji bîlî xwe tehmuluyê nîşanî tu kesî nade.
Ozturk, dazanîn ku ji damezirandina komarê û virde polîtîkayên pişaftinê li ser kurda heta îro berdewam kiriye. Ozturk, destnîşan kir ku gelê kurd li hember van polîtîkayên pişaftinê bi têkoşîna xwe vala derxistiye.
Ozturk, daxuyand ku di bin navê operasyona KCK di navde parlamenter, şaredar, parêzvanê mafên mirova û rojnameger jî heye zêdetirî 10 hezar kes hatin girtin û wiha got; Hikûmeta AKPê bi van operasyona dixwaze têkoşîna gelê kurd pûç bike. Lê gelê kurd têkoşîna bi salane dide û hatiye merhaleya îro nîşan dide ku li hember van operasyonana gav şûnde navêje û serî li ber van êrîşana natewînin.
Ozturk, da zanîn ku operasyonê di 8ê kanûnê de li Sêrt, Êlih û Mêrdînê bi awayekî hemwext pêk hat û piştre Serokê şaxa KURDÎ-DER a Êlihêı Şehmuz Aslan jî di navde gelek rêvebir û endamê wan hatin girtin. Ev girtin xuyadike ku êdî tehemula hikûmeta AKPê ji zimanê kurd re nemaye. Ozturk wiha dawî li axaftina xwe anî: Em wekî KURDÎ-DER van operasyonana bi zimankî tûnd şermezardikin. Em dixwazin demildest rêverber û endamên me serbest bên berdan."