Kurdên Rûsya êrîşên li Kurdistanê şermezar kirin

Kurdên li Rûsyayê dijîn, êrîşên hêzên desthilat ên li Kurdistanê şermezar kirin.

Sazî û dezgehên Kurd ên li Rûsyayê daxuyaniyek nivîskî da û êrîşên di demê dawî de yên li dijî Kurdan tê kirin şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku welatên dagirker Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq di demên dawî de êrîşên xwe yên qirker û talanker ên li dijî Kurdan zêde kiriye û ev tişt hate gotin: “Bi êrîşa herî dawî ya li Şengalê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker a li dijî şervanên YBŞ/YJŞ’ê û Êzidiyan hate kirin, dîsa êrîşên li Başûrê Kurdistan ku li dijî PDK-Î û HDK’ê hate kirin, herwiha êrîşên rejîmê yên li Rojava da nîşandan ku dijminên Kurdan nasekine û di her kêliyê de qirkirinê li ser Kurdan bikin.”

Di dewama daxuyaniyê de peyama “Çawa dijminê me ji bo li dijî Kurdan dibin yek, divê em Kurd jî bibin yek û tevgera xwe hê xurtir bikin.” û ev tişt hate gotin:

 ‘ÇAVÊN XWE NEGIRIN’

Bang li hemû Kurdên cîhanê diin ku li dijî êrîşan nerazîbûnên xwe diyar bikin. Weke organîzasyona Kurdên li Rûsya di serî de bang li dewleta Rûsya, hêzên navnetweyî û organîzasyonan dikin ku li hemberî van êrîşên li dijî Kurdan çavê xwe negirin û bibin xwedî helwest.