Kurdên li Stûttgartê bal kişandin ser grevên birçîbûnê

Kurdistaniyên li Stûttgartê, ji bo balê bikişînin ser rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê ku di asta krîtîk de ye, doh êvarê li ber HBF'ê çalakiyek li dar xistin.

Rewşa tenduristiyê ya berxwedêrên greva birçîbûnê roj bi roj giran dibe. 

Kurdistaniyên li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê doh êvarê li ber HBF'ê li hev civiyan.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bila tecrîda li Îmraliyê bişikê", "Azadî ji Ocalan re", "Leyla Guven rûmeta me ye" hatin qîrîn.

Pankartên ji wêneyên Leyla Guven û Nasir Yagiz hatin vekirin.

Girseya gel ji ber HBF'ê ber bi Marstallstrasseyê dest bi meşê kir û li Marstallstrasseyê daxuyaniyek da çapemeniyê.