Kurdên li Skandînavyayê ji bo Şengalê dadikevin kolanan

Kurdistanî û dostên wan ên li welatên Skandînavyayê dijîn, wê di salvegera 3. a qirkirina Şengalê de çeteyên DAIŞ'ê û destekvanê wê hikumeta AKP'ê şermezar bikin. Kurdistanî wê bi vê armancê roja 3'ê Tebaxê li meydanan bin.

Yekîtiya Jinan a Sara û sazî û komeleyên Kurd ên li Swêd, Norwêc, Danîmarka û Fînlandiyayê bi daxuyaniyekê bibîr xistin, ku tevî astengkirina qirkirina Êzidiyan ji aliyê hêzên YPG û HPG'ê ve, hê jî 3 hezar jinên Êzidî di nava lepên DAIŞ'ê de êsîr girtî ne.

Saziyên navborî bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kirin, ku kincên spî li xwe bikin, qirkirina li Êzidiyan hatiye kirin şermezar bikin û ji bo azadiya jinên Êzidî dakevin qadan. Saziyan gotin, ew piştgiriyê diidn çalakiyên "Wijdan û Edaletê" yên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji aliyê HDP'ê ve hatine destpêkirin.

Dem û cihê çalakiyên 3 Tebaxê yên li welatên Skandînavyayê wiha ne:

SWÊD

Stockholm
Saet: 11.15
Medborgarplatsen

Orebro
Saet:11.15
Våghustorget

Borlänge
Saet:11.15
Sveatorget

Goteborg
Saet:11.15
Brunnsparken

Gävle
Saet:11.15
Storatorget i Sandviken

DANÎMARKA

Kopenhag
Saet:11.15
Kultorvet

NORWÊC

Oslo
Saet: 11.15
Karl Johan gate 22
0026 Storting

FÎNLANDIYA

Helsînkî
Saet:11.15
Kolmen Sepän aukio
Navenda Helsînkî