Kurdên li Rûsyayê: Heta serketina pêngavê em ê têbikoşin

Kurdên li Rûsyayê bi daxuyaniyekê piştgirî dan pêngava 'dema azadiyê' ya KCK'ê û destnîşan kir ku heta serketina pêngavê wê têbikoşin.

Pêngava 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' ya KCK'ê li her devera ku Kurd lê ne belav dibe.

Kurdên li navçeya Yerşovê ya bajarê Saratovê yê Rûsyayê bi wesîleya pêngavê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Hevserokê Meclîsa Kurdan a navçeya Yerşovê Mîrza Alî Yûsûbov daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û işaret bi girîngiya pêngava KCK'ê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew piştgiriyê didin pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' û hate destnîşankirin ku heta serketina pêngavê wê têbikoşin.

Her wiha bang li raya giştî ya Rûsyayê û cîhanê hate kirin ku li ber êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd rabin.