BI DÎMEN

Kurdên li Marsîlya dewleta Tirk û YE protesto kirin

Nêzî 500 kesên li bajarê Marsîlya yê Fransayê, êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û bêdengiya Konseya Ewropa (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û CPT’ê protesto kirin.

Kurdistaniyên ji qada Canebîere heta Vîeûx Portê meşiyan, bi çalakiya xwe ve beyan kirin ku ‘hevkariya saziyên YE, KE, DMME û CPT’ê ‘ qebûl nakin. Kurdistaniyan di domahiya rê de dirûşmeyên “Qatil Erdogan, Hevkar YE” berz kirin.

Navenda Çanda Elewî ya Marsîlya û komên Fransî jî piştgirî dan çalakiyê. Kolektîfa Hevpar a komên Fransî jî ku li hember kiryarên rêveberiya awarte ya li Fransayê dimeşiyan jî, çalakiya xwe bi tevlîbûna çalakiya Kurdistaniyan bi dawî kirin.

Di mîtîngê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk ê Marsîlya Yilmaz Açikyuz axivî, bal kişand ser qetlîaman. Açikyuz xwest ku li hember şerê berfireh dibe Kurdistanî xwedî tedbîr û hestiyar bin, nêzîkatiya saziyên YE şermezar kir.

Di mîtîngê de aktîvîstekî Ermen jî axivî, diyar kir ku kiryarên îro li ser Kurdan dişibe yên Ermenan, destnîşan kir ku divê pêşî li qirkirinek nû bê girtin.