Kurdên li Ewropayê li edaletê digerin
Kurdên li Ewropayê li edaletê digerin
Kurdên li Ewropayê li edaletê digerin
Kurdên li welatên Almanya, Fransa, Swîsre û Holandayê jiyan dikin, bidaxwaza dîtina kujerên sê siyasetmedarên Kurd ên Çileya borî li Parîsê hatin qetilkirin, çalakî pêkanîn.
MARSÎLYA
Di çalakiya ku li bajarê Marsîlya ya Fransayê pêkanîn de peyama “Bêdengiya we ji hevkariya we tê” dan.
Meşa ku li ber Komeleya Çanda Mezopotamya destpêkir, li ber Walîtiyê vegerî mitîngê. Di çalakiya ku bênavber sloganên “Edaleta we li kuderê ye”, “Em edaletê dixwazin” qîrkirin û li ser navê Meclisa Jinan ya Marsîlyayê Avaşîn Sevînç axaftinek kir. Sevînçê da diyarkirin ku, ev 305 roje ew li bendêne dewleta Fransa têkildarî komkujiyê daxuyaniyekê bide, “Lê belê hêjan daxuyaniyek ya baweriyê nedaye. Em ji dewleta Fransa dipirsîn: Gelo bêdengiya we ji hevkariya we ya sûc tê? Em dixwazin qatil derkevin holê. Eger hikumeta Fransayê vê komkujiyê ron neke, tu jî dibî hevkar” û bêdengiya Fransayê protesto kirin.
BERLÎN
Ji bo ronî kirina çalakiya 9’ê Çileyê li Parîsê pêkhat, çalakiya “Bêdengiya we ji hevkariya we tê” ku li paytextê Almanya Berlînê ji 8’ê Adarê û vir tê li darxistin, vê hefteyê jî dom kir. Jinên Kurd li ber balyozxaneya Fransayê bêdengiya hikumeta Fransa ya li hemberî komkujiyê şermezar kirin.
Li Berlînê weke her roja Çarşemê, duh jî ji bo komkujiya 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez bê ronî kirin çalakiya “Bêdengiya we ji hevkariya we tê” hate li darxistin.
Çalakiya ku ji 8’ê Adarê ve bi awayekî rêkûpêk tê kirin, li ber Balyozxaneya Fransay ya li qada Brandenburger Tor pêkhat. Çalakiya ku ji aliyê Meclisa Jinan ya Berlînê Destan ve hate organîzekirin, malbata Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez jî beşdarbûn.
Xwepêşandanan dane diyarkirin ku, li rexmî 300 roj li ser komkujiyê re derbazbûn jî hêjan nehatiye ronî kirin, têkildarî mijarê ji hezarî zêdetir belavok hatin belavkirin. Di çalakiya ku pankartên ‘Gelo Bêdengiya we ji hevkariya we ya sûc tê?’, ‘Em edaletê dixwazîn’ û ‘Em hemû Sakîne, Fîdan û Leylane!’ vekirin. Her wiha di çalakiyê de piştgirîdane Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ya li dijî dîwarê şermê çalakiya rojiya mirinê daye destpê kirin.
HAMBURG
Li bajarê Hamburg yê Almanyayê jî bidaxwaza dîtina kujerên siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiya edaletê ya 38’mîn pêkhat. Di çalakiya ku li semta Altona di demjimêr 17’an de destpêkir, endama Meclisa Jinan ya Rojbîn Anja Flach axivî û bêdengiya rayedarên Fransayê şermezar kir. Flach anî ziman ku, heta ku edalet nebe nemumkune aşitî jî pêkwere.
Di çalakiya ku bi sedan belavok hatin belavkirin de, li ser navê ciwanên Kurdistanî ên li Hamburgê Rojwan Mereş axivî û ji bo çalakiyên her hefte roja Çarşemê pêktê û rakirina qedexeya li ser PKK’ê, herkes vexwende meşa 16’ê Mijdarê li Berlînê tê li darxistin.
MUNÎH
Xwepêşandana protestoya 7’mîn ku her roja Çarşemeê li ber konsolosa Fransayê ya li bajarê Munih yê Almanyayê pêktê de bislogana “Gelo bêdengiya we ji hevkariya we tê?” hate li darxistin. Di heman demê de di çalakiyê de darvekirina endamê PJAK’ê Hebîbûllah Gulperîpûr û Rîza Îsmaîlî Mamedî ên ji aliyê rejima Îranê ve hatin şermezar kirin.
Di xwepêşandana ku sê jinên siyasetmedar ên li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bîranîn de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku, “Li rexmî ku di ser qetla sê jinên Kurd de 10 meh derbazbûn jî hêjan hikumeta Fransayê bêdengiya xwe diparêze. Ev bêdengî tê wateya hevkariya sû.” Di çalakiyê de endamên YXK’ê belavokên bizimanê Almanî belav kirin.
STUTTGART
Li bajarê Stuttgart yê Almanyayê jî li ber Konsolosa Fransayê çalakiya edaletê pêkhat. Jinên Kurd ên di çalakiyê de pankartên “Em edaletê dixwazîn” vekirin û danezana ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ û Înîsiyatîfa Jinên Kurd ên li Stuttgartê ve hatî nivîsîn hate xwendin. Di çalakiya ku di bin baranê de hate kirin de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin komkirin.
Weke din jî di çalakiyê de bang hate kirin ku, beşdarî meşa li dijî qedexeya li ser PKK’ê ya 16’ê Mijdarê li Berlînê bibin.
FRANKFURT
Kurdên li Frankfurtê jiyan dikin, di binpêşengiya Meclisa Jinan ya Amara li ber konsolosa Fransayê gihan hev.
Di çalakiya ku di demjimêrên nîvro de destpê kir, wêneyên jinên siyasetmedar ên hatine qetilkirin hatin hilgirtin û bênavber sloganên “Sakîne, Leyla, Fîdan bêmirinin” qîr kirin. Di çalakiya ku Yeketiya Jinên Sosyalîst jî piştgirî danê de, danezanên ji aliyê CENÎ ve hatî amadekirin hate xwendin. Weke din di çalakiyê de dosyaya ku ji bo şoreşger Elîf Almakca ya du roj berê li Fransa hate binçavkirin, hatî amadekirin pêşkêş kirin.
HANNOVER
Li Hannoverê Kurdên li ber konsolosa Fransayê hatin gel hev. Kurdan bêdengiya hikumeta Fransayê protesto kirin.
Di çalakiyê de berdevka Komîsyona Jinan Aliye Stewre axivî û got: “Li rexmî 10 meh li ser komkujiya Parîsê re derbazbûn jî hêjan hikumeta Fransayê hewildanek wisan nedaye ku kujer bêne dîtin. Daxuyaniyek wisan nehatiye dayîn ku wijdana jinên Kurd û gelê Kurd rihet bibe. Kujerên vê komkujiyê tenê dê bi têkoşîna bi îstîqrar û bibiryar ya gelê Kurd de dê derkevin holê.” Di çalakiyê de gelek danezanên bi zimanê Almanî hatin belavkirin.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag yê Hollandayê jî jin li ber konsolosa Fransayê kombûn û komkujiya Parîsê şermezar kirin. Çalakvanên ku di destê wan de pankartên “Li ser komkujiya Parîsê re 302 roj derbazbûn. Gelo bêdengiya we ji hevkariya we ya sûc tê?” û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin komkirin.
Piştî vê çalakiyê, li ber konsolosa Îranê darvekirinên rejima Tehranê pêkanîn jî protesto kirin. Di çalakiyê de hate bibîrxistin ku li Îranê di salekê de 314 kes hatine darvekirin û bang li rayagiştî ya navnetewî hate kirin ku li hember vê şiyar bin.
ZURÎH
Li bajarê Zurich yê Swîsreyê jî jinên Kurd li ber Konsolosa Fransayê kombûn û ji bo 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin çalakiya edaletê li darxistin.
Di çalakiya ku ji aliyê Meclisa Jinan ya Şehîd Bêrîtan ya li Zurichê ve hatî organize kirin, bênavber sloganên “Sakîne, Leyla û Rojbîn jiyan dikin”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Kurdistan” qîr kirin.
Jinan da diyarkirin ku, “Ji bo kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyle Şaylemez bêne dîtin em li virin û em dê hertim li vir bin” daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin. Jinan bêdengiya hikumeta Fransa ya li hemberî komkujiyê şermezar kirin. Jinan di çalakiyê de xwest pêwîste demil dest ev bêdengî bidawî bibe, kujer werîn dîtin û ceza kirin.
Çalakî bi protestoya çepikan bidawî bû.