Kurdên li Ewropayê ji bo Efrînê li ser piyan e

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û Bakurê Sûriyeyê, li gelemperiya Ewropayê bi çalakiyên girseyî tên şermezarkirin.

Çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê yên ji bo şermezarkirina dewleta Tirk dewam dikin.

HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê, saziyên Elewî, Tirkiyeyî û saziyên Kurdan, ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê mîtîngeke hevpar li dar xistin. Di çalakiyê de bang li hikumeta Elman hate kirin ku dest ji durûtiya xwe berde û helwestê li dijî dewleta Tirk nîşan bide.

DARMSTADT: Bi sedan kesên li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê li hev civiyan, çalakiyek pêk anîn. Çalakgeran dan xuyakirin ku divê xwedî li gelê Efrînê bê derketin û bi vê armancê çalakî werin lidarxistin.

MANNHEÎM: Bi beşdariya bi sedan kesî li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî Serok Apo", "Bijî YPG/YPJ" hatin qîrîn.

KOLN: Kurdistaniyên li ber dêra Domê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê li hev civiyan, ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan. Di çalakiyê de hat gotin, "Dewleta Tirk êrîşî aştî û aramiya li wir dike. Hêzên navneteweyî jî piştgiriyê didin vê yekê."

BERLÎN: li paytexta Elmanya Berlînê jî li ber avahiya parlamentê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakiya ku 2 hezar kes tevlî bûn bi dirûşma "Her der Efrîn, her der berxwedan" hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Panzerên Elman ji Kurdistanê bicehimin", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Kurdistaniyan li ber Serkonsolosiya Tirkiyeyê mîtîngeke protestoyî li dar xistin. Li vir axaftin hatin kirin û bang hate kirin ku bi ruhê Kobanê xwedî li Efrînê bê derketin.

HELSÎNKÎ: Cihê çalakiya Kurdistaniyên li paytexta Fînlandiya Helsînkî dijîn, ber Konsolosxaneya Rûsyayê bû. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Bijî berxwedana Efrînê" ber bi konsolosxaneyê ve meşiya û di dema çalakiyê de dosyayek radestî rayedarên konsolosxaneyê kirin.

ZURÎCH: Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê li ber avahiya parlamentê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakgeran gotin, "Em bi Efrînê re li ber xwe didin" û dirûşmên "Her der Efrîn, her der berxwedan", "Leşkerên Tirk ji Kurdistanê bicehimin" bi Elmanî qîriyan.

SOLOTHÛRN: Bajarekî din ê Swîsreyê ku çalakÎ lê hate lidarxistin, Solothûrn bû. Kurdistaniyên ku li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan gotin, heta ku hewldanên dagirkeriyê biqedin wê her roj li qadan bin.

DEN HAAG: Êrîşên dagirkeriyê li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi çalakiya li ber avahiya parlamentê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de hat ragihandin ku bila Erdogan û hêzên din nekevin nava xeyalan, wê Kurd Kurdistanê ji wan re nehêlin.

RENNES: Li bajarê Rennes ê Fransayê bi beşdariya bi sedan eksî meşek ahte lidarxistin. Girseya gel destnîşan kir ku heta êrîş biqedin wê çalakiyên xwe bidomîne.

TOÛLOÛSE: Li bajarekî din ê Fransayê Toûloûsê bi heman armancê mîtîngek hate lidarxistin. Qisekeran bal kişandin ser komkujiya li Efrînê li sivîlan tê kirin û bang li her kesî kirin ku li ber vê yekê rabin. Di çalakiyê de li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk belavok hatin belavkirin.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, Kurdistaniyan bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê (NCDK) mîtîngek li dar xistin û piştre bi qîrîna dirûşma "Efrîn bi tenê nîne" ber bi Nûnertiya Konseya Ewropayê ve meşiyan. Di dawiya çalakiyê de dosyayek radestî nûnertiyê hate kirin.

REÎMS: Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û bakurê Sûriyeyê, li bajarê Reîms ê Fransayê bi meş û mîtîngekê hatin şermezarkirin.

DRANCY: Li bajarê Drancy ê Fransayê jî bi pêşengiya NCDK meşek hate lidarxistin û heta ber avahiya Şaredariya Drancy dewam kir. Nêzî 500 kes tevlî meşê bûn û di dawiyê de daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Kobanê duh çi bû, wateya Efrînê jî îro ew e. Divê raya giştî ya navneteweyî zanibe ku berxwedêr wê bi ser bikevin, Efrîn wê bi ser bikeve."

VÎLLÎERS LE BEL: Li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê, Kurdistaniyan û dostên wan bi meş û mîtîngekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de berxwedêrên Efrînê hatin silavkirin.

MANTES LA JOLÎE: Li bajarê Mantes La Jolîe jî girseya gel li ber gara trenê li hev civiya û got, "Tevî hemû êrîŞên faşîzan jî em ê her tim çalakiyên xwe bidomînin.

STRASBOÛRG: Çalakiyên bi heman armancê yên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tên lidarxistin jî dewam dikin. Kurdistanî duh êvarê li meydana Klêberê li hev civiyan û daxwaza rawestandina hewldana dagirkirinê kirin.

ÛPPSALA: Êrîşên li ser Efrînê li bajarê Ûppsala yê Swêdê bi xwepêşandanekê hatin şermezarkirin. Bi banga NCDK, Kurdistanî li meydana Storatorgetê li hev civiyan û dewleta Tirk şermezar kirin.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê, Kurdistaniyên ku pêr êvarê li ber Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê ya li Swêdê hevkariya Rûsyayê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin, duh êvarê jî li ber gara trenê ya Stockholmê çalakî li dar xistin û dewleta Tirk şermezar kirin.

LÛND: Kurdistaniyên li bajarê Lûnd ê li başûrê Swêdê dijîn ji bo Efrînê rabûn ser piyan. Kurdistaniyên li navenda bajêr li hev civiyan, dewleta Tirk eşremzar kirin û ji welatên demokratîk bi taybetî ji Swêdê xwestin ku li dijî dagirkeriya rejîma Tirk helwestê nîşan bidin.

FLORANSA: Dewleta Tirk li bajarê Floransa yê Îtalyayê hate şermezarkirin. Li bajarê bi vê armancê du çalakî pêk hatin û zêdeyî 300 Kurdistanî û dostên wan ên Îtalya tevlî bûn. Çalakgeran ji hikumeta Îtalyayê xwestin ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê bixe rojeva Neteweyên Yekbûyî.