Kurdên li Elmanyayê ji însafa polîsên sîxur ên Tirk hatine hiştin

Operasyona binçavkirina siyasetmedarê Kurd Kenan Baştû, ku sala 2015'an li Dresdenê hate binçavkirin, ji aliyê du polîsên bi eslê xwe Tirk ve hate birêvebirin ku yek jê amîr, ê din jî serkomîser bû. Van polîsan dosya Baştû amade kirin.

Balkêş e, yekîneyên ewlekariyê Kurdên li Elmanyayê dikin mûxatabê polîsên bi eslê xwe Tirk. Amîr, serkomîser, komîserên bi eslê xwe Tirk ên ji aliyê MÎT'ê ve tên birêvebirin, serdegirtina malên Kurdan û operasyonên binçavkirina siyasetmedarên Kurd dimeşînin.

Piştî ku sîxurên MÎT'ê yên di nava yekîneyên polîsên Elman de derketin holê, bal çû ser polîsên bi eslê xwe Tirk. Tê gotin, tevî ku demeke dirêj e tê zanîn ku bi îstîxbarata Tirk re dixebitin jî, yekîneyên ewlekariyê yên Elman van polîsên bi eslê xwe Tirk ji nedîtî ve tên. Kurdên li Elmanyayê dijîn, ji însafa van polîsên sîxur tên hiştin.

Balkêş e li gelek bajarên Elmanyayê, li daîreyên krîtîk ên bi navê "polîsê ahengiyê", "Maseya PKK'ê", "Maseya biyaniyan" û daîreyên krîmînal polîsên bi eslê xwe Tirk dixebitin. Bi giranî jî li bajarên Berlîn, Hannover, Gelsenkîrchen, Koln, Frankfûrt û Munchenê dixebitin.

Bi taybetî li xwepêşandanên Kurdan ev polîsên bi eslê xwe Tirk tên wezîfedarkirin. Siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr, ku xebatkarê Buroya Hiqûqê ya Azadî ye, li ser vê mijarê agahî da ANF'ê û got, "Me bi salan ji yekîneyên ewlekariyê û siyasetmedarên Elman re got, ku me nekin mûxatabê polîsên bi eslê xwe Tirk. Lê belê me nekarî derdê xwe ji wan re vebêjin."

'POLÎSÊN BI ESLÊ XWE TIRK, RÊ LI BER PROVOKASYONAN VEDIKIN'

Demîr da zanîn, ku polîsên bi eslê xwe Tirk, timî li dijî Kurdan kar dikin û anî ziman, ev yek zerarê dide ewlekarî û dadgeriya serbixwe ya Elmanyayê. Demîr wiha dewam kir: "Manîdar e, ku di xwepêşandanên me yên li bajarên mezin de, di festîvalên me yên navendî de polîsên bi eslê xwe Tirk 'ewlekariya' me dikin û timî bi me re di nava diyalogê de ne."

Demîr bibîr xist, yekîneyên ewlekariyê yên Elman bi israr, polîsên bi eslê xwe Tirk li xwepêşandanên li Berlînê wezîfedar dikin û got, "Polîsên bi eslê xwe Tirk carna girseya me tacîz dikin. Carna jî hevalên xwe yên Elman li dijî Kurdan sor dikin. Mînak, di xwepêşandaneke çend roj berê ya li eyaleta NRW de, me bi xwe bihÎst ku polîsekî Tirk bi sixêfan li hevalên xwe vegeriya û got, 'binerin ez ê çawa van hêrs bikim'."

OPERASYONA LI DRESDENÊ JI ALIYÊ DU TIRKAN VE HATE BIRÊVEBIRIN

Ne tenê çalakiyên Kurdan, her wiha operasyonên serdegirtina malên Kurdan û binçavkirina siyasetmedarên Kurd jî ji aliyê amîr û serkomîserên bi eslê xwe Tirk ve tên birêvebirin.

Herî dawî operasyona binçavkirina siyasetmedarê Kurd Kenan Baştû, ku roja 25'ê Cotmeha 2015'an li Dresdenê hate binçavkirin ji aliyê amîr û serkomîserekî Tirk ve hate birêvebirin. Ev polîsên ku nasnameya wan a rasteqîn di destê ANF'ê de ye û li midûriyeta emniyetê ya eyaleta Saksonya Jêrîn wezîfedar in, der barê Baştû de dosya lêpirsînê amade kirin.

Yek ji van polîsên bi eslê xwe Tirk, ku paşnavê wî bi G. dest pê dike û serkomîser e, operasyona serdegirtina mala welatparêzê Kurd Mûzaffer Polat a li Dresdenê bi rê ve bir. Ev yek di dosya lêpirsînê de ku ketiye destê ANF'ê, eşkere xuya dike. Baştû bi rê û rêbazên polîsên Tirk, ji mala Polat hatibû binçavkirin.

Kenan Baştû, ku bi îdîaya "endamê rêxistina terorê ya li derveyî welat çalak e" ji aliyê Dadgeha Bilind a Celle ve bi 2 salan hate cezakirin û hê li Girtîgeha Celle de ye, di Hezîrana bihurî de bi rêya nameyekê bersiv da bû pirsên rojnameya Ozgur Polîtîkayê. Baştû bi vî rengî qala binçavkirin û girtina xwe kiribû:

"Piştî ku hatim binçavkirin û girtin, bêhiqûqiyeke mezin li min hate kirin. Ez li saziyên li gorî qanûnan hatin avakirin, ji bo pêşvebirina mafên civakî û demokratîk ên civaka xwe, xebitîm. Tevî vê yekê bi hincetên pûç ez girtin.

Mîna hêzên mîlîter ên Tirk, saet di 5'ê sibehê de deriyê mala Kurdekî li Elmanyayê şikandin û binçav kirin. Eger hedefa serdegirtin û bêhiqûqiyê tenê ez, em bûya, dikarîbû li her ciha dixwaze em bigirta. Dema rêbaza binçavkirinê dinirxînim, dibînim ku dixwazin daxwaza Kurdan a xwedîderketina li nirxên xwe yên demokratîk û hewldana xwedîderketina li nasnameya xwe, bitepisînin."