BI DÎMEN

Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê yekîtiyên xwe ava dikin

Kurdên Êzidî yên li Federasyona Rûsyayê dijîn, rêxistinbûyîna xwe xurttir dikin. Bi konferansên li Çelyabînsk û Ekaderînbûrgê re Yekîtiya Kurdên Êzidî hat damezrandin.

Kurdên Êzidî yên li bajarên Rûsya Çelyabînsk û Ekaderînbûrgê dijîn, konferans lidar xistin û Yekîtiya Kurdên Êzidî ragihandin. Di konferansa li salona Zevenda ya li bajarê Çelyabînskê de tevî Hevserokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Cemal Şemoyan gelek Kurdistanî amade bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, ji komîteya amadekar Sevdîn Azad axaftina destpêkê ya konferansê kir.

Azad bal kişand ser pirsgirêkên Êzidiyên li bajarê Çelyabînskê dijîn û got, "Heta vê serdemê me çand û zimanê xwe ji asîmîlasyonê parastin. Lê belê eger em rê û rêbazên nû neafirînin, li pêşberî teknîka pêşketî û rewşa heyî ya cîhanê, em ê roj bi roj asîmîle bibin û tine bibin. Lewma kombûna me ya li vê derê gelekî girîng e. Bi avakirina Yekîtiya Kurdên Êzidî li Çelyabînsk re em ê rêxistinbûyîna xwe xurt bikin. Bi saya vê yekîtiyê em ê hem çand û zimanê xwe biparêzin, hem jî li pêşberî bûyerên li welêt diqewimin dengê xwe bigihînin cîhanê."

'EM ÇIQASÎ XWE BI RÊXISTIN BIKIN, EM Ê EWQASÎ XURT BIN'

Hevserokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Cemal Şemoyan piştre mafê axaftinê wergirt û destnîşan kir, ku divê Êzidî li her devera lê ne rêxistinbûyîn û yekîtiya xwe xurt bikin. 

Şemoyan bal kişand ser êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengalê û got, "Van êrîşan mesajek dan me; diviyabû me xwe bi rêxistin kiribûna. Ji ber vê yekê me di Nîsana par de Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê ava kirin. Ev kongre ji bo hemû Êzidiyên li Rûsyayê ne û rêxistineke sîwanî ye. Lê belê li herêman divê rêxistinbûyînên Êzidiyan bên avakirin û her bajar li gorî xweseriya xwe karê xwe bimeşîne. Ji ber vê yekê me li bajarên Çelyabînsk, Ekaterînbûrg Yaroslavl, Gorkî, Tambov û Kradnodarê ji bo avakirian rêxistinan dest bi kar kirin. Dİ destpêkê de em li Çelyabînskê Yekîtiya Kurdên Êzidî ava dikin. Ev gava destpêkê ye, wê dewama wê bê. Em çiqasî xwe bi rêxistin bikin, em ê ewqasî xurt bin."

Di konferansê de, rewşa Kurdên Êzidî yên li bajarê Çelyabînskê dijî bi berfirehî hat nirxandin û dûre Yekîtiya Kurdên Êzidî yên Çelyabînskê hat avakirin. Ji bo Hevserokatiya wê jî Sevdîn Azad û Besê Îsko hatin hilbijartin. Her wiha rêveberiyek ji 9 kesan hat hilbijartin.

Konferans ji ber ku di cejna Xidir Nebî de pêk hat, di dawiyê de xwarin hat dayîn.

EKATERÎNBÛRG

Piştî Çelyabînskê, Kurdên Êzidî yên li bajarê Ekaterînbûrgê dijîn jî konferansek lidar xistin û Yekîtiya Kurdên Êzidî yên li Ekaterînbûrgê ava kirin.

Li Ekaterînbûrgê, ku çaremîn mezintirîn bajarê Federasyona Rûsyayê ye, konferans li salona Amazonka bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Hevserokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Cemal Şemoyan û siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar jî beşdarî konfearnsê bûn.

Ji komîteya amadekar Xidir Rezo di axaftina vekirinê ya konferansê de diyar kir, ku ew dixwazin bi vê konferansê re siberoja Êzidiyên li bajarê Ekanterînbûrgê dijîn ewle bikin. Xidir Rezo got, "Ne tenê ji aliyê siyasî ve, di warê çandî û civakî de jî em ê di nava karekî aktîf de bin."

Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar dûre axivî û bûyerên li Kurdistanê diqewimin nirxand. Cotkar da xuyakirin ku li welêt û derveyî welêt Kurd li her cihê lê ne xwedî li xwe û nirxên xwe derdikevin û got, "Li hemberî zîhniyetên dixwazin me tine bikin divê em xwe bêhtir xurt bikin û bi vî rengî bersivê bidin." Cotkar da xuyakirin, ku ew çiqasî yekîtiya xwe xurt bikin, ew ê karibin li hemberî êrîşên kirêt xwe biparêzin û got, "Eger beriya deh salan me xwe li her derê bi rêxistin kiribûna, li her derê yekîtiyeke me ya xurt hebûya, îro hêzên dagirker û faşîst nikarîbûn êrîş Şengal, Kobanê û bajarên Bakurê Kurdistanê bikira. Lewma konfearnsa me ne tenê ji bo Kurdên li Ekaterînbûrgê ye, ji bo tevahiya gelê Kurd girîng e."

Hevserokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Cemal Şemoyan jî da uyakirin, ku konferans xwedî girîngiyeek dîrokî ye û got, "Hevalên ji bo rêveberiyê werin hilbijartin divê gelekî bixebitin. Her wiha divê em hemû ji rêveberên xwe re bibin alîkar, bar parve bikin."

Li dû nirxandina pirsgirêkên Kurdên Êzidî yên li bajarê Ekaterînbûrgê, ji bo Hevserokatiya Yekîtiya Kurdên Êzidî yên li Ekaterînbûrgê Xidir Rezo û Seko Efo, her wiha rêveberiyek ji 9 kesan hatin hilbijartin.

...