Kurdên Ermenîstanê qurbaniyên Qirkirina Şengalê bi bîr anîn

Li paytaxta Ermenistanê Erîvanê li ber Bîrdariya Qirkirinê, qurbaniyên Qirkirina Şengalê ji hêla  Saziya Êzîdxanê ya Moskowê û Komîteya Kurdistanê ya Ermenîstanê ve hatin bibîranîn.

Li paytaxt Ermenistan Erîvanê li ber Bîrdariya Qirkirinê qurbaniyên Qirkirina Şengalê hate bibîranîn.

Li ber Bîrdariya Qirkirinê, Qirkirina Şengalê ji hêla Kurdistiyan ve hate şermezarkirin. Kurdistaniyan di dest wan de qerefîlên sor û spî li ber bîrdariyê danîn û dia kirin. 

Bîranîn bi pêşengiya Saziya Ezîdxanê ya Moskovê û Komîteya Kurdistanê ya Ermenîstanê ve hate kirin. Destpekê serokê Saziya Ezîdxanê ya Moskovê Egitê Fero daxuyanî da û got: "Em hevî dikin wê ev fermana 73’an bibe fermana dawî û gelê me êdî xwe bi rexistin bikin. Ev fermana ku sê sal beriya niha 3’yê meha Tebaxê li Şengalê agir bi ser civaka me Ezîdî da anî,  bê tifaqî û bê rêxistinî bû. Em civaka Ezîdî ev 72 ferman bi ser me de hatin, me ders jê dernexist ku sebebê vê çiye. Lê vê carê bi saya fikir û ramana Reber APO me fam kir ku em bêrixistin û bê parastin in. Ji ber wê yekê em di serî de wan qurbaniyên  ku di destê DAIŞ a hov de mirin û bi teybet jî ew qehramanên gelê Kurd, gerîla û heza YPG’ê ya ku gelê me rizgar kirin û di vê oxira parastina civaka Ezîdiyên Şengalê de  şehîd bûn  em bi hurmet bi bîr tînin."

Piştre li ser navê  Komîteya Kurdistanê  Davut Karasû axivî. Karasû wiha got: "Ez di serî de sersaxî ji wan hemû malbatan re dixwazim ku di wê fermana 73’an de canê xwe dane. Yek jî ez wan cangoriyê gelê Kurd  gerilayê HPG’ê û gerîlayên YPG’ê ku ji bo bi sed hezaran gelê me ji qirkirinê rizgar bikin  canê xwe kirin mertal, wan 12 gerîlayan bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Ev ferman tu tiştî  ji civaka me ya Êzîdî re nayînin. Ya baş ew  bû ku êdî gelê me  tu caran nêyê qirkirinê û xwe ji vir û şûn de birêxistin bike. Ya xirab jî ew bû ku civaka me ev bi hezaran sal in her êşê dikişîne."