Kurdan gelê Manchesterê bi tenê nehiştin

Kurdistanî, ji bo piştgiriyê bidin gelê Manchesterê ku bû armanca terora DAIŞ'ê, li hev civiyan.

Bi sedan Kurdên li bakurê Îngilîstanê dijîn, ji bo terora DAIŞ'ê ya li Manchesterê şermezar bikin û piştgiriyê bidin mirovên xizmên wan li Arena Manchesterê jiyana xwe ji dest dan û destekê bidin gelê Îngilîz, li St. Ann Sqûareyê li hev civiyan.

Kesên hatin serdana meydanê, ji bo bîranîna 22 kesên jiyana xwe ji dest dan, meydan bi kulîlkan xemilandin.

Gelê Manchesterê, bi rojan e tê St Ann Sqûareyê, kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tîne, peyamên piştgiriyê dide û nerazîbûnê nîşanî terora DAIŞ'ê dide.

Hem gelê Îngilîz hem jî medya Îngilîz bi germî û baldariyeke mezin pêşwazî li desteka civaka Kurd a li bakurê Îngilîstanê kirin. Di dema xwepêşandanê de gelek Îngilîz hatin cem Kurdistaniyan, bi destê wan girtin, xwestin wan nas bikin û spasiya Kurdan kirin.

DAIŞ Û ERDOGAN HATIN ŞERMEZARKIRIN

Kurdan bi alên PKK, YPG/YPJ, PJAK'ê û flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî bîranînê bûn û dowîzên bi nivîsa "Em ji Manchesterê hez dikin, em bi hev re xurt in", "Gelê Manchesterê ne bi tenê ye", ku wêneyên YPG'yiyan li ser bûn, hildan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, Kurdistaniyan kulîlk danîn meydanê û berê xwe dan cihê şînê Albert Sqûare. Li vê derê jî bi qîrîna dirûşman çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Çalakiya ku gelekî bala derdorê kişand, bi dirûşmên li dijî Erdogan qediya.