Kurd û dostên wan ji bo Efrînê li ser piyan e!
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li çar aliyên cîhanê tên şermezarkirin. Kurd û dostên wan destnîşan kirin ku yê li Efrînê têk biçe wê dewleta Tirk be.

FRANKFÛRT: Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê Kurdistanî tevî dostên xwe, danê êvarê li Haûptbahnhofê li hev civiyan û heta ber Konsolosxaneya Rûs meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Kujer TC, hevkar Rûsya" û "Bijî berxwedana Efrînê, Bijî YPG" hatin qîrîn.
ESSEN: Êrîşên li ser Efrînê li bajarê Essen ê ELmanyayê hate şermezarkirin. Kurdistanî bi vê armancê ji ber HBF heta navenda bajêr meşiyan. Li vir daxuyaniyek hate dayin û ji bo Efrînê banga xwedîderketinê hate kirin.
MUNCHEN: Çalakiya protestoyî ya li Munchenê bi beşdariya MLPD, Partiya Çep a Elman, DÎDF, PYD, HDK û girseya gel li meydana Marîenplatzê pêk hat. Li vir axaftin hate kirin û hat gotin, dewleta Tirk bi rengekî barbarî êrîşî destketiyên gelê Kurd dike. Girsey gel bihîst ku Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel li Munchenê tevlî civînekê bûye û yekser berê xwe da cihê civînê. Gabrîel daxwaza hevdîtinê ya Kurdan qebûl nekir û bi bavê bezê ji herêmê çû.
TORONTO: Li bajarê Toronto yê Kanadayê xwedî li Efrînê hate derketin. Bi qasî 400 kes li kolana herî mezin a bajêr çalakiyek li dar xistin. Girseya gel piştre ber bi Dûndas Sqûare meşiya.
ATÎNA: Li paytexta YewnanAîstan Atînayê, êrîşên li ser Efrînê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Kurd û dostên wan bi vê armancê li meydana Syntagmayê li hev civiyan û ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiyan.