Kurd û dostên wan ên li Elmanyayê sibe dadikevin qadan

KON-MED'ê têkildarî Darbeya 12'ê Îlonê daxuyaniyek da û bernameya çalakiyên sibe eşkere kir. Di daxuyaniyê de ji bo tevlîbûna li çalakiyan bang hate kirin.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED), ji ber salvegera Darbeya 12'ê Îlonê daxuyaniyek weşand û bernameya çalakiyan eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Kurd û gelên antîfaşîst hemû divê li dijî faşîzmê bi hev re têbikoşin û hate gotin, "Darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê darbeyek welê bû ku ji aliyê generalên faşîst, bûrjûvaziya yekdest û hêzên ku dixwestin Kurdan qir bikin, hate kirin."

'TÊKOŞÎNEKE HEVPAR NEYÊ MEŞANDIN WÊ FAŞÎZM BI PÊŞ VE BIÇE'

Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya hevpariya têkoşîna demokrasî, azadiyê ya Kurdan û kedkaran hate kirin û hate gotin, "Eger girîngiya vê ferasetê, vê helwest û têkoşîna hevpar neyê fêhmkirin, li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têkoşîneke xurt nikare bê meşandin. Eger têkoşîneke wiha neyê meşandin wê faşîzm serweriya xwe ya îdeolojîk zêdetir bike û dîktatoriya fşîst mêtinger qirker bêastengî bi cih bibe."

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin, "Li dijî faşîzmê roj roja mezinikrina berxwedanê ye, roja hesabpirsîna ji wan hêzên ku li ber gelan radibin" û li dijî hêzên dagirker ên ku hewl didin Kurdan qir bikin, banga rabûna serhildanê hate kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelan hate kirin ku li dijî faşîzmê di bin alekê li hev kom bibin, berxwedanê berfireh bikin û bi ser faşîzmê ve biçin.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

KON-MED'ê li ser çalakiyên ku bên lidarxistin ev agahî dan:

"DUSSELDORF

Dem: 12.09.2020

Saet: 14:00

Cih: Bahnhof

 

STUTTGART

Dem: 12.09.2020

Saet: 16:00

Cih: Lautenschlagerstr. Stuttgart

 

HEÎLBRONN

Dem: 12.09.2020

Saet: 14:00

Cih: Theresienwiese Heilbronn

 

BERLÎN

Dem: 12.09.2020

Saet: 16:00

Cih: Potsdamer Platz Berlin

 

FRANKFURT

Dem: 12.09.2020

Saet: 15:00

Cih: Hauptwache Frankfurt

 

DARMSTADT

Dem: 12.09.2020

Saet: 15:00

Cih: Frieden Platz Darmstadt

 

SAARBRUCKEN

Dem: 12.09.2020

Saet: 15:00

Cih: Euro Galerie Saarbrucken

 

BRAUNSCHWEÎG

Dem: 12.09.2020

Saet: 10:30

Cih: Schloßarcaden Braunschweig."