Kuçukbattal ê li Geziyê çavekî wî rijiya hat binçavkirin
Kuçukbattal ê li Geziyê çavekî wî rijiya hat binçavkirin
Kuçukbattal ê li Geziyê çavekî wî rijiya hat binçavkirin
Endamê ESP'ê Çagdaş Kuçukbattal ê di dema berxwedana Gezî de ji ber bombeya gazê ya polîsan çavekî wî rijiya, hat binçavkirin.
Endamê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Çagdaş Kuçukbattal ê di dema berxwedaan Parka Gezî ya meha Hezîranê de ji ber bombeya gazê ya polîsan çavekî wî rijiya, hat binçavkirin.
Kuçukbattal danê nîvro dema ji mala xwe derket ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Lêgerîna polîsan a li mala wî jî dewam dike. Nayê zanîn ha Kuçukbattal ji ber çi hatiye binçavkirin, her wiha nehiştin parêzerên wî pê bihese.
ESP'ê der barê mijarê da xuyaniye da û xwest di serî de Çagdaş Kuçukbattal hemû girtiyên berxwedana Gezî werin berdan.