Kûbîlay: Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji hev dikeve

Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay got, "Desthilatdarî parçe bi parçe ji hev dikeve. Wezîfeya me ya sereke divê xilasiya ji vê desthilatdariyê be."

Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane pêk anî û rojeva heyî nirxand.

Kûbîlay êrişa çekdarî ya li dijî HDP'ê bi bîr xist û got, "Piştî daxuyaniyên Suleyman Soylû roja Sêşemê HDP hedef nîşan da li dijî avahiya HDP'ê ya Stenbolê êrişeke çekdarî bû. Balkêş e, kesê ku êriş kir li şûna ku bireve xwe li Midûriyeta Emniyetê ya Beyoglûyê girt. Berpirsyarê êrişê Suleyman Soylû ye.

Desthilatdariya li hemberî me parçe bi parçe ji hev dikeve û di nava bêçaretiya siyasî de ye. Êrişên tên kirin tirsa desthilatdariyê ya ketina ji desthilatdariyê ye. Êrişên li dijî HDP'ê wê têkçûna wan zûtir bike."

Kûbîlay anî ziman ku wê rojên bê konferansa xwe ya mezin û kongreya xwe pêk bînin û got, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji perspektîf û bernameya siyasî ya çareseriya pirsgirêkan bêpare. Desthilatdariyeke nerewa ye û li her qadê ji çareseriyê dûr ketiye. Divê wezîfeya sereke ya hêzên demokrasiyê hebûyan be ku dema bê rêyeke nû ya pêvajoya siyasî vekin û bi rêyên demokratîk û rewa ji vê desthilatdariya siyasî rizgar bibin."

Kûbîlay ragihand, yekane partiya ku bi bernameyekê dikare pêşengiyê ji pêvajoya veguherîna demokratîk re bike HDP ye û got, "HDP partiyeke ku xwedî kadro, bername, tencrûbe û danheviya polîtîk e ku dikare pêşengiyê ji avakirina paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê re bike."