Krîza Încîrlikê: Gabrîel tê Tirkiyê
Ragêşiya di navbera Tirkiyê û Elmanya de ya ji ber sedema ku Tirkiye destûr nade ku wekîlên Elman leşkerên Elman bibînin, didome.
Ragêşiya di navbera Tirkiyê û Elmanya de ya ji ber sedema ku Tirkiye destûr nade ku wekîlên Elman leşkerên Elman bibînin, didome.
Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Sîgmar Gabrîel, vê heftiya were bi mebesta ku li ser krîza Încîrlikê biaxivin, Duşemê tê Tirkiyê.
Tê payin ku Gabrîel bi Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglu re rûne.
Çavûşoglu têkildarî hevdîtinê li Enqerê daxuyaniyek da û got Elmanya zirtan dike. Elmanya ji bo çareseriya krîza Incîrlikê 2 heftî dabûne Tirkiyê.
LI SER HIKÛMETA ELMAN ZEXTA ÎNCÎRLIKÊ ZÊDE DIBE
Li ser hikûmeta Elman zext zêde dibe da ku leşkerên Elman ji wir vekişînin. Hevparên koalîsyonê SPD, Dîe Linke û Kesk dixwazin ji Incîrlikê vekişin. Serokwezîra Elmanya Angela Merkel bersiv da hevparê koalîsyonê SPD ku dixwaze leşkerên Elman ji Încîrlikê werin vekişandin.
Merkel diyar kir ji bo çareseriyê cara dawî wê bi Enqerê re rûnin û got, ‘’li gorî vê di rûniştinên bê de em ê biryarê li ser bidin bê ka em ê çawa berdewam bikin’’
Partiya Yekîtiya Xiristiyan (CDU /CSU) dibêje di krîza Incîrlikê de hewceyî pê nîn e ku bi lezgînî tevbigerin.
Berpirsê Koma Meclîsa Federal a Partiyên Yekîtiyê Mîchael Grosse-Bromer Sêşemê li Berlînê daxuyanî da. Bromer got, ‘’Partiyên Yekîtiyê ne li dijî Wezîrê Karê Derve Gabrîel e ku dixwaze bi Tirkiyê re hevdîtinan bidomîne’’
HEVPARÊ KOALÎSYONÊ SPD BIRYARA ‘VEKIŞÎNÊ’ DA
Hevparê Koalîsyonê SPD biryar da ku leşkerên Elman werin vekişandin. Li ser navê SPD’ê, Serokê Wekîlê Komê Rolf Mutzenîch axivî û got, SPD’ê di Civîna Komê de biryareke wiha standine.
Rayedarê SPD’ê got, ‘’Em êdî bi rengekî bi xwe bawer, serbixwe, bi rengê meclîsê bi biryara ‘’Êdî leşkerên Elman dikarin vekişin’’ em bawer dikin ku divê mesajek ji bo hikûmeta Tirk were dayin’’
Kesk jî got ji bo ku ji hêla Tirkiyê ve ew nekevin rewşa pêkenokî divê bi bayê bezê leşker werin vekişandin.