Kremlînê Tayyîp li derewê qeliband: Di rojeva me de nîne

Rageşiya di navbeyna Rûsya û dewleta Tirk de  di qada dîplomatîk de jî didome. Recep Tayyîp gotibû 5'ê Adarê dibe ku ew bi Pûtîn re rûnin. Kremlînê jî got tiştekî wiha di rojeva wan de nîne.

Rageşiya li Idlibê ya di navbeyna dewleta Tirk û Rûsyayê de hem li qadê û hem jî li qada dîplomatîk didome. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got dibe ku ew û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hev bibînin lê Kremlînê Tayyîp li derewê qeliband.

Plansaziya wê dihate kirin ku bi tevlêbûna Serokkomarê Fransayê Macron û Serokkowezîra Elmanyayê Merkel 5'ê Adarê bi tevlêbûna Rûsya, Elmanya, Fransayê û dewleta Tirk bi rojeva Idlibê rûnin.

Recep Tayyîp beriya serdana Azerbaycanê bike, di daxuyaniyê de got, ''Dibe ku 5'ê Adarê em biaxivin''. Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov got mijara civîna Idlibê ku wê bi tevlêbûna Fransayê û Elmanyayê pêk were ne di rojeva wan de ye lê ji bo, ''Hevdîtina sê alî ya Rûsya, Îran û Tirkiyê hevdîtin têne kirin''.