Kongreyên meclîsên jinan û NCDK ên li Ewropayê
Li gelek bajarên Ewropayê, meclîsên jinan kongreyên xwe yên salane li dar xistin û endamên xwe yên nû hilbijartin.
Li gelek bajarên Ewropayê, meclîsên jinan kongreyên xwe yên salane li dar xistin û endamên xwe yên nû hilbijartin.
Li gelek bajarên Ewropayê, meclîsên jinan kongreyên xwe yên salane li dar xistin û endamên xwe yên nû hilbijartin.
AARAÛ
Li bajarê Aaraû yê Swîsreyê, Meclîsa Jinê ya Rojbîn kongreya xwe ya asayî ya çaremîn li dar xist. Li dû xwendin û nirxandina rapora karê salekê, sînevîzyon hate nîşandan.
Di dawiyê de ji bo serdema nû ya kar meclîsa ji 33 kesan hate hilbijartin.
KOPENHAGEN
Meclîsa Jinê yê Sêvê ku li paytexta Danîmarka Kopenhagenê ye, kongreya xwe ya duyemîn li dar xist. Piştî deqeyeke rêzgirtinê rewşa dawî yıa siyasî hate nirxandin, dûre rapora li ser karê salekê hate xwendin û nirxandin.
Li dû hilbijartina meclîsa ji 32 kesan, kongre bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Efrînê" qediya.
HAMBÛRG
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Rojbîn kongreya xwe ya salane pêk anî. Jinên li herêma Hambûrgê wê ji niha û pê ve bi rengê pênc komunan li bin sîwana Meclîsa Jinê ya Rojbîn xwe bi rêxistin bikin. Piştî nirxandina karê salekê, konger bi hilbijartina endamên nû yên meclîsê qediya.
ST. GALLEN
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a St. Gallenê kongreya xwe ya asayî ya pêncemî li dar xist. Kongre bi beşdariya 130 delegeyan li salona civînê ya Dêra Offene Kîrche pêk hat. Parlamentera Wanê ya HDP'yî Tûgba Hezer li vir li ser rewşa awî ya siyasî axivî û anî ziman ku faşîzma AKP-MHP'ê êrîşî hemû mirovên dixwazin bi rengekî demokratîk bijîn bi taybetî Kurdan dike, ku plana dagirkirina Efrînê jî parçeyek ji vê yekê ye.
Di kongreyê de piştî nirxandina karê salekê meclîsa ji 52 kesan hate hilbijartin û Sevdet Hayrûllahî Erdînç û Emîn Adiyaman ji bo berdevkiya wê hatin hilbijartin.
BASEL
Li bajarê Basel ê Swîsreyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya çaremîn pêk anî. Di destpêka kongreyê de hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê hate nirxandin û piştre karê salekê yê navendê hate nîqaşkirin.
Li dû nîşandana sînevîzyonê, meclîsa ji 7 komîsyonan hate hilbijartin.