Tevgera Azadî, piştî ku li gorî qanûnên Iraqê fermî bû, kongreya xwe ya destpêkê îro li Silêmanî dike.
Kongre li Hola Mona Lîza ya li herêma Serçinar a Silêmanî bi beşdariya 700 delegeyên ji Başûrê Kurdistanê û Iraqê pêk tê. Gelek mêvan jî tevlî kongreyê bûne.
Endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê jî weke çavdêr tevlî kongreyê bûn.
Kongreyê saet 10:30'î bi deqeyeke rêzgirtinê li ber xwendina sirûda Ey Reqîp dest pê kir.
Tevgera Azadî ku 17'ê Cotmehê 2014'an ava bû, 4'ê Kanûna 2017'an li gorî qanûnên Iraqê fermî bû.