Kongreya Star nameyek ji Leyla Guven re şand

Rêxistina Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven re şand ku 109 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 109’an de didome. Rêxistina Kongreya Star a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji Guven re şand.

Kongreya Star di nameyê de got; “Serî de em silav û hezkirinên xwe pêşkêş dikin, çalakiya we vejîn û nûbûnek di tevahî cîhanê de, bi taybet di nava gelê Bakur de çêkir û deng veda. We bi vê çalakiya xwe hestên mirovên azadîxwaz temsîl kir û xeta jinên azad mîsoger kir.”

Kongreya Star di nameyê de qala Zîlan jî kir û got; “Wekî hevrê Zîlan gotiye ‘Eger jin bawer bike, tu hêz nikare jinan ji nirxên pê bawer in, vegerîne. Ji ber ku jinan dema bawer kir, wê teqez bi ser bikevin’ Hevrêya me Leyla; tu bizane ku têkoşîna te evîndarî, cesaret, bawerî, hêz û şerefê dide me. Em ê heya daiyê bibin şopdarên rêya te, ji ber ku em bawer dikin û em ê bi hev re bi ser bikevin.

Ev berxwedan berdewama çalakiya hevrêyên ku canê xwe kirin mertal, ên wekî Zîlan, Bêrîtan, Avesta, Barîn û sekna Sakîneyan e. Yên ku bi berxwedana xwe jiyana birûmet afirand.

Li hember komplo û komplogeran, ji bo şikandina tecrîda sîstematîk a ku di şexsê rêber Apo de li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin, berxwedana hevrêyên li seranserî cîhanê cihê serfiraziyê ye. Em vê berxwedana bêhempa silav dikin û bi israr xeta azadiya jinan berdewam dikin. Em ê destkeftiyên jinan biparêzin û asta çalakiyan bilind bikin. Hevrêya azadiya jinan, hevrêya jiyana azad, hevrêya berxwedêrên azadiyê Leyla Guven.”