Kongreya HDP'ê bi beşdariya bi deh hezaran kesî destpê kir

Kongreya Mezin a 5'emîn a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqereyê bi beşdariya bi deh hezaran kesî destpê kir.

Kongreya Mezin a 5'emîn a HDP'ê bi dirûşma "Çareserî bi me re ye" bi beşdariya bi deh hezaran kesî bi coşeke mezin destpê kir.

Ji Bakurê Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê; ji Îzmîr, Edîrne û Stenbolê bi deh hezaran kes li Enqereyê li hev civiyan.

Kongre li Salona Sporê ya Arena ya li Enqereyê bi dirûşma "Çareserî bi me re ye" û "Serketin a me ye" tê lidarxistin.

Li salona kongreyê, posterekî mezin ê Denîz Poyraz û pankarta bi nivîsa "Denîz Poyraz namire" hate daliqandin.

Li cihê kongreyê pankartên bi nivîsa "Bi Tifaqa Demokrasiyê re Rêya Sêyemîn", "Hevserokatî xeta me ya mor e", "Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin", "Bi Tifaqa Demokrasiyê em ê teqez bi ser bikevin", "Di têkoşîna dijî tundiya li jinê de çareserî em in", "Ne şer û tecrîd, lê aştî û çareserî", "Ne rejîma tekperest, lê Komara Demokratîk", "Ne birçîbûn û xizanî, lê parvekirina bi mafdarî", "Ji bo azadiyê çareserî em in, gotina me heye", "Di pirsgirêka Kurd de çareseriya demokratîk" û "Çareserî bi me re ye, azadî di destê me de ye" hatin daliqandin.

Di kongreyê de 1050 delege wê dengê xwe bidin. Di encama kongreyê de wê ji bo Meclîsa Partiyê 100 kesên esîl, 50 kesên cîgir û 30 kesên fexrî bêne hilbijartin. Her wiha wê Hevserokên HDP'ê di encama kongreyê de werin hilbijartin.

Tevî siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, parlamenterên berê yên HDP'ê Abdullah Zeydan, Adem Geverî, Behçet Yildirim, Sirri Sureyya Onder gelek siyasetmedar tevlî kongreyê bûn.

Nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên jinan û komeleyên ji gelên cuda beşdarî kongreyê bûn.

Xizmên girtiyan, malbatên hilbijartiyên girtî, malbata Şenyaşar û malbatên gelek kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin cihê xwe li kongreyê girtin.

Di kongreyê de HDK, KCD, DBP, ESP, EMEP, DHP, TÎP, TOP, BDSP, TSÎP, DSÎP, SODAP Û SYKP hatin temsîlkirin. Nûnerên partiyên Kurdistanî ku bi HDP'ê re tifaq kirine, beşdarî kongreyê bûn. Nûnerên KDP-T, KKP, PAK, Tevgera Azadî, Komeleya Kurd a Demokratîk Şoreşger, PSK, HAK-PAR û Partiay Azadî li kongreyê amade ne.

Ji partiyên li meclîsê jî Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP), Sekreterê Giştî yê Partiya Paşerojê (Gelecek Partî) Kanî Torûn, Alîkarê Serokê Giştî yê heman Partiyê Mûstafa Bîlîcî, endama Desteya Rêveber Nûray Sagiroglû, Seroka Polîtîkayên Jinê ya Partiya Demokrasî û Pêngavê (DEVA) Elîf Esen û Alîkarê Serokê Giştî Mehmet Emîn Ekmen, Alîkarê Serokê Giştî Yê Partiya Saadetê Fatîh Aydin û endamê wê yê Desteya Îdarî ya Giştî Suleyman Tekbaş, Serokê Yekîneya Koordînasyona Astengdaran a Yenîden Refah Partîsî Davût Konakçi û Wekîlê Serokê Giştî yê Tek Partî Suleyman Yagcioglû li gel heyeta pê re beşdarî kongreyê bûn.

Di serî de Ewropa ji gelek deverên cîhanê jî tevlîbûneke xurt li kongreyê heye. Hin ji wan wiha ne:

Nûnerên Partiya Komunîst a Katalan, Partiya Çep a Ewropayê, Tifaqa Azadî ya Ewropayê (EFA), Antî Kapîtalîst a Nû ya Franayê, Partiya Çep a Swêdê, Partiya Kesk a Norwêcê, SolKurd a Norwêcê, Partiya Sosyalîst a Holandayê, Tifaqa Kesk-Sor a Danîmarkayê, Tifaqa Çep a Fînlandiyayê, Bask Bîldû, endamên Parlamenta Katalan, CUP, Partiya Komunîst a Fransayê, Partiya Demokratîk a Îtalyayê, SYRÎZA, Çep a Parlamenta Ewropayê, Sendîkaya Unîte ya Brîtanyayê, Koma Çep a Yekbûyî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Rosa Lusembûrg Stîftûng, Partiay Karker a Brîtanyayê.

Partiay Karker a Cezayîrê,w Partiay Rêya Demokratîk a Fasê, Partiya Sosyalîst a Yekbûyî ya Fasê, Partiya Pêngava Gelê min a Tûnisê, Tevgera Hewldana Neteweyî ya Fîlîstînê, Partiya Komunîst a Lubnanê, Koalîsyona Gel a Sosyalîst a Misrê, Jinên Ereb ên Urdunê, Rêxistina Mafên Mİrovan a Fasê, Berdevka Bakurê Efrîkayê ya Rojhilata Navîn a DKY, Komîteyên Jinê yên Fîlîstînê, Partiya Demokratîk a Gel a Urdunê, Saziya Çavdêriya Jinê ya Cezayîrê ku endamê Koma Herêmî ya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî ye, Komeleya Edaletê û Efîra Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya Berê, Partiya Yekîtiya Gel a Urdunê, Tevgera Pêşverû ya Qûweytê.

Ji Başûrê Kurdistanê Hizbî Zehmetkêşan, Hizbî Şûî ya Kurdistanê, Bizûtneweyê Rizgari Demokratî Kurdistan, Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê, Yekitiya Neteweyî Demokrat a Kurdistanê.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi çepik û tilîliyan ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin.

Ji bo Dîwana Kongreyê Cîgirê Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Dersim Dag, Serpîl Kemalbay û Necdet Îpekyuz hatin hilbijartin.

Kongre piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan bi axaftina Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan destpê kir.