Kongreya HDK-Elmanya qediya

HDK-Elmanyayê, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî.

Kongreya yekemîn a Kongreya Demokratîk a Gelan li Elmanyayê (HDK-Elmanya) li salona DB Haus a li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê pêk hat.

Di kongreyê de ku 114 delege lê amade bûn, Alî Mîtel û Aynûr Karakaya ji bo Hevserokatiya HDK-Elmanyayê hatin hilbijartin. Ji bo Meclîsa HDK-Elmanyayê jî 71 kes hatin hilbijartin ku 33 jê jin in, 38 jî mêr. Wekî din ji bo rêveberiyê 18 kes hatin hilbijartin, 8 jê jin in, 10 jî mêr. Ji bo pêkhatina wekheviyê, 2 kotayên jinan vala hatin hiştin.

Di kongreyê de karên heta niha hatine kirin hatin nirxandin û pêkhateyan rexne û pêşniyarê xwe kirin.

Kongre bi qîrîna dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Ev hê destpêk e, têkoşîn didome" qediya.