Kongreya FEDA: Azadiya Kurdan Azadiya Elewîtiyê ye

Kongreya FEDA: Azadiya Kurdan Azadiya Elewîtiyê ye

*Di danezana encamê ya kongreya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) de bang li civaka Elewî hat kirin, ku bi awayekî çalak tevlî pêvajoya çareseriyê bibin û azadiya Elewiyan bi azadiya gelê Kurd ve hat girêdan.

5. Kongerya Asayî ya FEDA, ku di 11-12’ê Gulanê de li bajarê Elmanya Gelsenkirchenê hat lidarxistin, diyarî 3 siyasetmedarên jin ê Kurd Sakîn Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin kuştin, hat kirin.

Di kongreya FEDA de, pêvajoya çareseriya demokratîk a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir bi dorfirehî hat nirxandin û bang li Elewiyan hat kirin, ku weke yek ji hêza bingehîn tevlî pêvajoya çareseriyê bibin. Di danezana encamê ya kongreyê de hat gotin “Azadiya Elewîtiyê Azadiya Kurdan e, Azadiya Kurdan Azadiya Elewîtiyê ye” û ji pêvajoya çareseriya demokratîk re piştgiriyeke xurt hat destnîşankirin.

Di danezana encamê de bal hat kişandin ser zextên di roja îro de li civata Elewî tê kirin û hat gotin, “Elewîtî hînê weke bawerî û cihên wê yên îbadetê hînê bi awayekî fermî nayê naskirin. Elewî tê tirsandin û bi nîşankirina malên wan re hedef tên nîşandan. Astengiyên li pêşiya nasnameya qewmî û bawerî ya civaka Kurd a Elewî dewam dikin. Ev êrişên asîmîlasyonê, rêxistinbûyîna Elewiyan û berxwedaneke mezin a demokratîk, li ser me ferz dike.”

Di danezanê de hat ragihandini ku ji bo Dayikî û Pîrî rola xwe ya civakî bileyzin, pêwiste xebat bên meşandin û hat gotin, “Divê bi rêbazên dergah, ocax, malên cem, komîte û meclîs rêxistinbûyîn were avakirin û di vê çarçoveyê de rêbazeke demokratîk a tevahiya civakê tevlî erkên biryardayîn û kontrolkirinê dike, hatiye pejirandin.”

Li gorî danezana encamê di kongreyê de biryar hat stendin, ku FEDA rêxistinbûyîna xwe ya li Ewrûpayê xurt bike, li ser komeleyan rêxistinbûyîna federasyonê were meşandin û bi vê ve girêdayî konfederasyonbûyîn were pêşxistin.

Di kongreyê de her weha biryara pergala Hevserokatiyê hat stendin û çend ji biryarên hatine wergirtin weha ne.

“* Federasyona Elewiyan a Demokratîk, wê xwe bi rêbazên komîte, komun û meclîsan xwe bi rêxistin bike,

* Li cihên dergeh û komeleyên me hene, wê herkes bi zimanê xwe yê dayikê baweriya xwe bicih bînin û bi zaravayên Kurdî Kurmancî, Zazakî û zaravayên din kûrs werin vekirin,

* Di salvegerên komkujiyen Dêrsim, Mereş, Çorûm, Sêwas, Gazî û Roboskî de çalakiyên şermezarkirinê bên lidarixistin û di serî de komkujiya Dêrsimê ji bo hemû komkujiyên li dijî Elewiyan weke Qirkirinan bê naskirin, bê navber xebat bên meşandin,

* Bi navê “Pêvajoya rizgariya Demokratîk û Elewî” panêl û çalakî werin lidarxistin

* Di nava salê de Kongreya Jinan a Elewiyan bê lidarxistin.”