KONGRA GEL: Em ji bo Ocalan seferber bibin!

KONGRA GEL bang li gel û raya giştî kir ku li dijî şewata li Îmraliyê seferber bibin. KONGRA GEL her wiha hişyar kir û got, "Eger tiştekî biçûk ê neyînî rû bide wê berdêla wê giran be."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL li ser şewata îro ya li Îmraliyê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji ber şewata li Girava Îmraliyê di mijara jiyan û tenduristiya Rêber Apo û sê hevalên din ên li giravê em bi fikar in. Piştî hevdîtina dawî ya parêzeran a Tebaxa 2017'an, di nava heft mehên derbasbûyî de destûr nehate dayinku parêzer û malbat hevdîtinê pê re bikin. Di rewşekê de ku konsepteke dewletê ya ji bo tinekirina gelê Kurd ji aliyê fîzîkî û siyasî ve di meriyetê de ye, bûyera şewatê ya li Girava Îmraliyê derket/hate derxistin, ji bo gelê me û Tevgera Azadiyê cihê fikarên mezin e.

'BERDÊLA XWE WÊ GELEKÎ MEZIN BE'

Em bang li hikumeta AKP'ê dikin ku ji her tiştên li Îmraliyê diqewimin berpirsyar e, bang li Sekretera Konseya Ewropayê dikin ku ji jiyan û ewlekariya li yên giravê berpirsyar e; Eger tiştekî neyînî têkildarî jiyan û tenduristiya Rêber Apo û hevalên din biqewime wê berdêla vê yekê pir zêde mezin û giran be.

'DIVÊ TEQEZ BIKIN ÎMRALIYÊ'

Rayedarên hikumeta Tirk divê tavilê li ser mijarê agahiyê bi lezgînî bidin raya giştî û destûrê bidin ku malbat û parêzer biçin Girava Îmraliyê. Em bang li Sekreteriya Konseya Ewropayê û CPT dikin ku di vê mijarê de bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

'EM SEFERBER BIBIN'

Em bang li gelê xwe, dostên xwe, hêzên alîgirê demokrasî û azadiyê dikin; Ji bo agahiyeke pê bawer têkildarî rewşa tenduristiyê û jiyana Rêbe Apo û sê hevalên me yên din bê wergirtin her kes seferber bibe. Divê ev rastî ji aliyê her kesî ve baş bê zanîn; ewlekariya wan bi berxwedan û têkoşîna me ve girêdayî ye. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe, dostên xwe, alîgirên demokrasî û azadiyê dikin ku ji bo zexta raya giştî çêbikin seferber bibin."