Konferansa TEV-ÇAND’ê diyarî Hozan Mizgîn hate kirin
Konferansa TEV-ÇAND’ê diyarî Hozan Mizgîn hate kirin
Konferansa TEV-ÇAND’ê diyarî Hozan Mizgîn hate kirin
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk ya Mezopotamyayê ya li Ewropayê dê 4’mîn konferansa xwe li bajarê Dusseldorf ya Almanyayê pêkbîne. Hunermend Seyîdxan da diyarkirin ku, dê konferansê diyarî Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) ku di sala 1992’an de li qadên Tekoşîna Azadiya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da bikin û got: “Em dê li vir gelek pirsgirêkên xwe nîqaş bikin.”
Konferans dê di navbera dîrokên 11-12’ê Gulanê li bajarê Dusseldorf yê Almanyayê bê li darxistin. Çav lê ye ku, ji Almanya, Îngilîstan, Swîsre, Swêd, Fransa, Awûstûrya, Belçîka, Holanda û Danîmarkayê derdorê 150 hunermend tevlî bibin. Di konferansa ku gelek mêvan jî hatine gazîkirin de, dê pirsgirêkên hunermendên Kurd yên li Ewropayê rû didin nîqaş bikin.
‘EM DÊ HEWIL BIDIN KOMKUJIYA ÇANDÎ ASTENG BIKIN’
Endamê Lijneya Rêveber ya TEV-ÇAND Ewropayê hunermend Seyîdxan da diyarkirin ku, wana Konferans yadî Hozan Mizgîn ku di 11’ê Gulana 1992’an de di tekoşîna Azadiya Gelê KUrdistanê de jiyana xwe ji dest da kirin. Seyîdxan da zanîn ku, hunermendê Kurd ev 30 sale li Ewropayê hunerê dikin û destnîşan kir ku, “Em hunermendên ku bi muzîk, folklore, wêne, sînema û beşên din yên hunerê ve mijol dibin, em dê di vê konferansê de bên gel hev û pirsgirêkên xwe nîqaş bikin.”
Seyîdxan balkişande ser ku bi salane li ser çanda û civaka Kurdan siyaseta komkujiyê tê birêve birin û got: “Di vê rewşê de jî berdewam dike. Vê nêzîkatiyê nirxên civakê hemû serûbin kirin. Bandorên wê yên nerênî li ser me pir çêbûn. Em jî dê di vê konferansê de hewil bidin pêşiya vê bigirin. Konferans û civînên bi vî awayî li gelek parçeyên Kurdistanê çêdibin. Armanca me jî ewe ku em jî li Ewropayê rêxistinbûnekî wisan avabikin.”
‘BAREK PIR MEZIN DIKEVE SER MILÊ ME’
Seyîdxan balkişande ser pêvajoya ku konferans jî tê kirin û diyarkir ku, “Bi destpêkirina pêvajoya azadiya demokratîk ya ji aliyê Rêber Apo ve, li gorî salên borî hîn zêdetir kar dikeve ser miê çand û hunerê. Ev yekem madeya rojevê ye. Em jî weke baskê çand û hunerê hewil bidin jê re bibin bersiv. Em dê di vê pêvajoyê de hewil bidin bi awayek aktuel ku hêjayî ruhê Mizgîn û Sefqanan be hunera xwe pêş bêxin. Lê belê em dê vê hîn zêdetir bi zanabûn û enteletuel bikin. Em tenê dikarin bi vî awayî ruhê Mizgîn û Sefqanan bidin jiyan kirin.”
Seyîdxan destnîşan kir ku, ew dê hunerek rast bikin û behsa girîngiya bersivdayîna pêvajoyên civakê kir. Seyîdxan bilêv kir ku, “Pêwîste hunermend ji çavkaniyên xwe yên cewherî sûdê bibîne. Pêwîste hunermend hunerê li ser nirxên Kurdîniyê pêşbêxin. Tenê wê demê em dikarin ji pêwîstiyên civakê re bibin bersiv. Di konferansê de em dê çawa xwe bigehînin va hedefan, pirsgirêkên me çine, em dê li bersiva van pirsan bigerin.”
Seyîdxan balkişande ser girîngiya rêxistina hunermendên Kurd û da zanîn ku, armanca wan ew ku civakê bizanabûn bikin û hunerekî hînbêhtir entellektuel ava bikin. Seyîdxan anî ziman ku, heya niha tenê hunera dest girtine dest. Seyîdxan diyarkir ku, “Lêbelê huner di bi vê ve nesînordare. Gelek qad hene. Û me ev pêşne xistin.” Seyîdxan aşkera kirk u, ew dê ji destkeftiyên bi salanin bidestxistine sûdê jê bibînin û armanc dikin ku, hunerekî asta wê heyî bi afirînin.
‘AMADEKARÎ TEMAMBÛN’
Endamê Komîteya Amadekar hunermend Cewad Merwanî jî da diyarkirin ku, ev demek dirêje amadekariyên konferansê dikin. Merwanî anî ziman ku, di serî de li Almanya û gelek welatên Ewropayê dê gelek hunermendên di qadên muzîk, folklore, şano, sînema, wêne û gelek beşan de dê tevlî konferansê bibin.
Merwanî got, her baskek yê hunerê dê bi kontejana delegeyê xwe di konferansê de bê temsîl kirin.