Konferansa HDK’ê: 'Heyet pêwîste ne gêrîlayan dewletê bişopîne'

Konferansa HDK’ê: 'Heyet pêwîste ne gêrîlayan dewletê bişopîne'

Pelîn Yilmaz ku di konferansa Meclisa Jinên HDK’ê de axivî û da diyarkirin ku, pêwîste komên şopandinê di dema vekişînê de ne gêrîlayan dewletê bişopînin.

1’mîn Konferansa Meclisa Jinên HDK’ê bi mijara “Rojeva tevgera jinê, polîtîkayên ked-beden-nasname û plansaziyên tekoşînê” nîqaş berdewam dike.

Li ser rojevê Zelal Bîlgîn dîtinên xwe anîn ziman û got, pêwîste li cihên gêrîlayan valekirine polîtîkayên ku destûr nedin qereqol û kadroyên nû yên cerdevana lê bicih bibin bê birêve birin. Bîlgîn diyarkir ku, “Dê pêwîst bike em li ser polîtîkayên vegera gundan bixebitin.” Bîlgîn destnîşan kir ku, niyeta herî samîmî û baş ya hikumetê dê ronkirina komkujiya Roboskiyê û serbest berdana siyasetmedarên Kurdan be.

Nazmiye Ulker di konferansê de mafê axaftinê girt û da zanîn ku, pêwîste di pêvajoya aştiyê de tundiya li hemberî jinê bêderxistin û got: “Pêwîste em rêyên ku şer û aştiyê ji jinên rojava re vebêjin bibînîn.”

Sevtap Akdag aşkera kir ku,  muhafezekarbûyîn û otorîterbûyîn dê bibin yek ji polîtîkayên bingehîn yên demê pêşiya me û wiha ravekir: “Serê mizraqa vê polîtîkayê digehe jinê, dê pêşengên hêza berxwedanê jî bibin jin. Pêwîste Meclisa Jinan ya HDK’ê van her du xalan bigire rojeva xwe.” Akdag balkişande ser qedexeya li ser Taksîmê ya piştî 1’ê Gulanê, wiha got: “Em weke jin pêwîste xwedî li jiyan, pêşeroj û azadiya xwe derbikevîn.”

Pelîn Yilmaz destnîşan kir ku, di hûnandina pêvajoya aştiyê de ji BDP’ê zêdetir peywir dikeve ser milê HDK’ê. Yilmazê anî ziman ku, heyetên ku ji bo şopandina pêvajoya vekişînê têne avakirin, li şona PKK’ê pêwîste dewletê bişopînin. Yilmaz got: “Komîteyên Şopandinê li wir pêwîste hêzên leşkerî bişopînin. Hêzên provokasyonê, hêzên leşkerî yên dewletê ne.” Yilmaz aşkera kir ku, “Kurdan gelek caran ezmûna aştî û şer daye. Vêcarê dûra dewletê ye, pêwîste dewlet ezmûnê bide, ne Kurd.”

Navbera nîvro dan konferansê.