Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn bi encamnameyekê bi dawî bû
Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn li Beyrûda Lubnanê di roja 2’yan de bi encamnameyekê bi dawî bû.
Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn li Beyrûda Lubnanê di roja 2’yan de bi encamnameyekê bi dawî bû.
Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê ku duh bi beşdariya 21 rêxistinên ciwanan li paytexta Lubnan Beyrûdê dest pê kiribû, îro bi encamnameyekê bi dawî bû. Di konferansa ku bi dirûşmeya "Ciwan û avakirina pêşeroja azad" du rojan (8 û 9’ê Hezîranê) dom kir de, bandora modernîteya kapîtalîst li ser ciwanan, têkoşîn û ezmûnên xweseriya ciwanan, qirkirina xweza û jîngehê, rewşa jinên ciwan û azadiya jinan hatin nîqaşkirin. Pirsgirêkên ciwanan, rola ciwanan di pêşxistina çanda jiyana hevbeş û rêbazên pêşxistina hevgirtin û têkiliyên ciwanan jî rojevên sereke yên konferansê bûn.
Piştî nîqaşan, konferans bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.
Encamname wiha ye:
"
Pêşnumebiryar a Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakûre Efrîqa
Weke ciwanên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê, em îro bi qeyranekê pergalê ya herî dijwar re rûbirû dimînin. Her roj ku derbas dibe, şer li her devera Rojhilata Navîn gur belav dibin, netewperestî û olperestî rê li pêşiya qirkirina gelan vedike û heman demê derî li pêşiya yekitiya gelan digire û xweza û dewlemendiyên heremê tên talankirin. Pergala Modernîteya Kapîtalîst di hebûna xwe ya 500 salan de, ji xeyînî, şer, parçekirina civakan, metîngerî û talakirinê, ji bo gel û ciwanan Rojhilat Navîn, tişteke bi xwe re neaniye û di roja me ya îro de ciwanên heremê ji mafên xwe yên paşerojeke azad bêpar dihêle. Encamên wê yekê li her derê tên dîtin û hîskirin: Koçberî û guhertina demografiyê, kuştina jinan, şîddet û pêşketina hêzên paramilîter ku di xizmeta vê pergalê terorê li ser gelên heremê dimeşînin û bêçarêbûyîn li beramberî qeyrana heyî. Diyare ku ne rejîm û dewletên heyî ne jî hêzên kûrewî ku bi destwerdanên xwe dixwazin dizayneke nû li ser herême ferz bikin, dikarin rêyeke derketinê ji vê kaos û qeyrane peyda bikin. Divê ku em xwe bi heviyên ji derve re naxapînin: Encax gelên herêmê wê bi xwe bi xwe yekitiya xwe pêş bixînin, xwe bispêrin hêza xwe ya cewherî û bi vî awayî wê bikarin çareseriyeke biafrînin. Îro ciwanên herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê xwe bi rêxistin dikin û ji bo paşerojeke azad û bi adil têkoşîn dikin. Ciwantî tê watêya lêgerîna heqîqetê, lêgerîna çareseriye û bi rolekê pêşeng ji bo azadiya civakên xwe rabûne. Da ku em bikaribin bi hev re pirsgirekên heyî dahurandin bikin, rê û rêbazên têkoşîne diyar bikin û çareseriyên pewîst biafrînin, em di bin sîwana Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê, di navbera 8'ê û 9'ê Hezîrane, li bajare Beyrûtê, li welatê Lubnanê hatine gel hev.
Li gorî encamnameyê tespît û biryarên hatine wergirtin bi vî rengî ne:
1. Çareseriya qeyrana heyî encex ji derveyî pergala modernîteya kapîtalîst û bi avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk dikare were pêkanîn.
2. Modernîteya Kapîtalist û hemû rehendên vê nikarin çareseriyeke biafirînin. Konferansa me diyar dike ku divê li beramberî hemû projêyên ku ji derve li ser herême tên ferzkirin, weke Projeya Rojhilata Navîn a Mezin, her wiha Îslama Siyasî, tekoşînekê fikrî, siyasî û cîvakî were meşandin.
3. Konferansa me hemû helwest û nêrîn ku çareseriyê ji derve hevî dikin, bi nêrîneke oriyentalîst Rojhilata Navîn biçûk dibînin û hêza çareseriyê di xwe de nabîne, red dike û li beramberî vê ciwanan weke hêza herî dînamîk ya guhertine û nûbûyîne dibîne.
4. Konferansa me gihiştiye vê encamê ku ruxme hemû cudahiyên dîrokî, aliyê ziman, çand, kevneşopî, netewe û bawerî, pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi hev ve girêdayî ne. Lewma ji bo ciwan bikaribin bibin hêza peşêng û çareserî, pewîstiyeke lezgin bi avakirin û xurtkirina yekbûna hêzê ciwanên herêmê dibîne.
5. Da ku em bikaribin, vê yekbûna hêzê pêk bînin û gavên şênber ber bi konfederalizma ciwanên Rojhilat Navîn û Bakûrê Afrîkayê Efrîqa biavêjin konferansa me koordînasyoneke, ku ji nûnerên hemû rêxistinan pêk tê, hilbijart û erkdar kiriye.
6. Konferansa me, kolekirina jin û desthilatdariya zilam li ser jinê, wek pirsgireka herî bingehîn û sereke dibîne û diyar dike ku jinên ciwan hêza peşeng a demokratîzekirina Rojhilata Navîn in.
7. Konferansa me, projeyên netew-dewlet ku gel û baweriyên herêmê, li hemberî hevdû sor dike, hebûna wan înkar dike û astengiya herî bingehîn li peşiya jiyana hevbeş û demokratîk, in, wek çareserî nabîne û di şûna vê de projeya neteweya demokratîk, ku mafê çarênûsa xwe diyar kirine ya hemû pêkhateyen herême diparêze, ji xwe re esas digire.
8. Konferansa me penasêkirinên, ku têkoşînên rewa yê gelan, wek ‚terorizm‘ bi nav û teşîr dikin red dike û diyar dike, ku li beramberî her cûreyên dagirkerî û metîngerî mafê her civakê yê xwe parastina rewa heye.
9. Em li hemberî kapîtalîzm û îdeolojiya wê lîberalîzmê, ku civakê li ser esasî destgirtinekê sexte ya ‘azadiyê’ perçe dike û ferdperestiyê pêş dixîne, ciwanan ji erkên xwe yên welatparêziye dur dixîne, li dijî zilamsalarî û talankirina xwezayê, tunekirina jîngehê hemû şêwazên zordestiyê li ser bingeha zayend, nasname, ol, ziman û netew têkoşînê dikin.
10. Konferansa me, polîtikayên dagirkeriya dewleta Tirk, ku di xizmeta berjewendiyên hêzên modernîteya kapîtalîst de, ji Libya heta Kafkasya, Yemen û Kurdistane tên pêşxistin, wek dijminê hevbeş ê hemû gelên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û li ser vê bingehê piştgiriya têkoşîna hevpar a gelê Kurd û gelê herême dike.
11. Konferansa me dagirkeriya Îsraîlê û qirkirina li ser gelê Filistîne şermezar dike, têkoşîna gelê Filistîne ji bo azadiyê rewa dibîne.
12. Em ê ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî yên şoreşger bixebitin. Di çarçoveya kampanya cîhanî ji bo azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan, ku di 10’ê Cotmehê 2023’an de destpê kir, em beşdarbûna xwe û piştgiriya daxwazên kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî – Ji pirsgirêka Kurd re çareserî radigihînin.
13. Em vê konferansa xwe diyarî rêberê enternasyonal Abdalah Ocalan dikin."