Konferansa 4. a TEV-ÇAND’ê destpê kir

Konferansa 4. a TEV-ÇAND’ê destpê kir

Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê ya Ewrûpa (TEV-ÇAND), dest bi konferansa xwe ya 4. kir. Ozan Comert di axaftina vekirinê ya Konferansê de diyar kir, ku gelê Kurd bi çand û hunera xwe re yek ji gelên kevnare yên Rojhilata Navîn e.

Konferansa 4. a TEV-ÇAND’ê li bajarê Elmanya Dusseldorfê ji bo bîranîna Hunermend Gurbet Aydin (Ozan Mizgîn) ku di sala 1992’an de li refên Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd jiyana xwe ji dest da, pêk hat.

Li salona konferansê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nîşaneya biratiya Kurd û Ermenî Aram Tîgran û hunermendê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane, hat daliqandin. Di salona konferansê de pankarta bi nivîsa “Huner ji bo avakirina jiyaneke azad” bal kişand.

Di konferansê de ji Elmanya, Îngilîstan, Swîsre, Swêd, Fransa, Awûstûra, Belçîka, Holanda û Danîmarkayê delege amade ne. Konferans wê sibê êvarê bi dawî bibe.

Di konferansê de wê li ser pirsgirêkên hunermendên Kurd ên li Ewrûpayê dijîn, bê rawestîn û rêze-biryar werin stendin.

Konferansê, piştî axaftina vekirinê ya Ozan Comert, bi hilbijartina dîwanê destpê kir.

Di encama hilbijartinê de Sercan Aydin, Ozan Seyidxan û hunermend Eylem ji bo dîwanê hatin destnîşankirin.

COMERT: EV PÊVAJOYEKE ÇAND Û HUNERÊ YE

Ozan Comert di axaftina xwe ya li vê derê de têkoşîna 35 salan a Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd bi kurtasî nirxand û destnîşan kir, ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza îsal de kiriye, ji bo gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn manîfesto ye.

Ozan Comert bibîr xist, ku ev daxuyanî ji aliyê DYE û Ewrûpayê ve bi rêzdarî hatiye pêşwazîkirin û got, “Ev pêvajoya hatiye destpêkirin, ji bo Rojhilata Navîn a qeşa girtiye, bûye weke biharê. Dilê gelan germ kir.”

Oza Comert diyar kir, ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd mîrateyek mezin daye hunermendên Kurd û got, “Em yek ji gelên herî kevnare yên Rojhilata Navîn e. Bi bawerî û çanda xwe re em yek ji gelên herî xwedî bingehin. Bêhna dîrok û xwezayê ji stran û wêjeya me tê. Ev mîrate li tevahiya hunera me neqişiye. Em li ser vê bingehê dijîn.”

Ozan Comert ragihand, ku divê ji pêvajoya çareseriyê ya Ocalan re piştgirî bê dayîn û got, “Ev pêvajo, pêvajoya çand û hunerê ye. Eger ev pêvajo neçe serî, rojên nebaş dê li benda me bin. Ji ber vê yekê, divê herkes bêtir bixebitin.”

Siyasetmedarê Kurd Sercan Aydin jî di axaftina xwe ya li vê derê de bal kişand ser girîngiya pêvajoyê ji bo Kurdan û got, “Di serî de Rojavayê Kurdistanê li gelemperiya Kurdistanê deskevtiyên mezin hatine qezençkirin.”

Aydin diyar kir, ku ev yek jî bi baweriya ji xwe ya Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd û bi saya Ocalan bûye.

Konferans bi xwendina raporan dewam dike.