KON-MED'ê Mamoste Fewzî Ozmen bi bîr anî

KON-MED'ê Mamoste Fewzî Ozmen bi bîr anî û got, "Xebata wî, di bêbandorkirina polîtîkaya qirkirina çandî ya dewleta Tirk de bûye mînaka berxwedaneke afirîner û bi bandor."

Desteya Rêveber a KON-MED'ê ji bo Mamoste Fewzî Ozmen ê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Mamoste Fewzî Ozmen demeke dirêj hevserokê Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî yê Elmanyayê bû. Di van salên dirêj ên sirgûnê de bi giranî li ser çand, lêkolîn û perwerdehiya zimanê Kurdî sekinî. Wek hevserok di Enstîtuya Kurdî de cih girt û bi giştî di gelek saziyên Kurdistanê yên neteweyî de wek endamê YMK, PENA KURD, KNK û hwd. û di rêveberiya KON-MED'ê de cih girt. Wek rewşenbîrekî Kurd jiyana xwe ji bo têkoşîna Kurdistanê feda kir û ji bo Kurdistanê xebatên cuda yên rêzdar û pîroz pêk anî.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:

Mamoste Fewzî yê ku jiyana xwe bi kurdî derbas kir, bi sedan xwendekar ava kir, gelek ji van xwendekaran di sazî û komeleyên kurdan de wî şopandin û ji bo zimanê me yê pîroz Kurdî zindî bihêlin dersên ziman dan. Di vî warî de Mamoste Fewzî bû mamosteyê mamosteyan. Ji ber vê yekê em dixwazin bê zanîn ku xebatên Mamoste Fewzî di têkbirina polîtîkaya qirkirina çandî ya dewleta Tirk de bû mînakek berxwedanê ya afirîner û bi bandor.

Banga me ji gelê me û bi taybetî jî ji rewşenbîr, akademîsyen û nivîskarên Kurd re; Weke şagirt û hevrêyên têkoşer Mamoste Fewzî em ala çand û zimanê Kurdî bilind bikin. Rêya bîranîna Mamoste Fewzî ji vir derbas dibe.

Di serî de em sersaxiyê ji malbata Mamoste Fewzî, xwendekarên wî û gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin.

Weke KON-MED’ê em soza şopandina xebatên wî yên bi wate û girîng didin. Em ê heta dawiyê vê meşa pîroz bênavber bidomînin."