Komploya kirêt a navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd (5)

Ji parêzerên Ocalan Mehdî Oztuzun da xuyakirin, ku bi komploya navneteweyî re hewl hat dayîn Rêberê Gelê Kurd û di şexsê wî de Têkoşîna Azadiyê Kurd bê tinekirin û diyar kir, tevî tecrîda girankirî Ocalan mîna pîşekarekî komplo pûç kiriye.

Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku di encama peyman û tifaqên gemarî de hat kirin, 17 sal li dû xwe hişt. Ji parêzerên Ocalan Mehdî Oztuzun ê herî dawî di 6'ê Tîrmeha 2011'an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anî, tecrîda şidandî, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, têkoşîn û hewldanên Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane, ji ANF'ê re nirxand.

'BI KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ RE PROJEYA ROJHILATA NAVÎN A DEMOKRATÎK HEDEF HAT GIRTIN'

Oztuzun diyar kir, komploya navneteweyî weke encama pêkhatina projeya mezin a Rojhilata Navîn a hêzên global û emperyal pêk hat û da zanîn, ku hêzên emperyalîst bi kaosa di encama peymana Syks-Pîcot re li Rojhilata Navîn afirandin, ji bo sîstemeke (bêsîstemî) li gorî ava bikin, zemîn afirandin. Oztuzun bibîr xist, ku di wê demê de eger Ocalan ji Sûriyeyê derneketibûya wê hêzên emperyal û global dest bi êrîşa li hemberî Sûriyeyê bikira û got, "Bi vê yekê re wê 3. şerê cîhanê bihata destpêkirin. Rêbertî ji bo vê pûç bike berê xwe da Ewropayê. Me bi israr hewl dan vê bi raya giştî ya Tirk bidin fêmkirin. Kengî Tevgera Neteweyî ya Kurd perspektîfa komara demokratîk danî pêşiya xwe û biryara bêçalakîtiyê da, hingî 'terorîst' hat îlankirin û rastî zext û êrîşan hat. Bi komploya navneteweyî re hedef projeya neteweya demokratîk bû."

'OCALAN BI TENIKIYA PÎŞEKAREKÎ RE KOMPLO PÛÇ KIR'

Oztuzun da xuyakirin, li hemberî projeya Rojhilata Navîn a mezin, Ocalan projeya Rojhilata Navîn a demokratîk ji bo gelên bindest (di serî de gelê Kurd) afirand û got, "netewe û neteweperestî têgînên rojavayî ne. Rojhilata Navîn dereng ev têgîn nas kir. Mirov dikarin ji vê re 'netewperestiya derengmayî' jî bêjin. Neteweperestiya derengmayî gelekî xetere ye. Komploya navneteweyî li ser vê bingehê lîst. Bi şerbeta neteweperestiyê re xwest jehrê bide gelên Kurd û Tirk û wan li hemberî hev rake. Rola TC a di vir de bi tenê gardiyantî ye. Ji ber vê yekê Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît piştî çend salan rabû got, 'Min hînê fêm nekiriye bê çima Ocalan teslîmî me kirin'. Rêberê Gelê Kurd bi tenikiya pîşekarekî re armancên vê komployê pûç kir. Birêz Ocalan komara demokratîk ji aliyê teorîk ve şênber kir. Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku dikarîbû rê li ber têkçûneke mezin vekira, veguherand serketinê. Projeya HDK-HDP'ê ya hêviya gelan gav bi gav afirand. Ev ne tenê ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bû, ji bo hemû gelên di nava dojeha Rojhilata Navîn de digevizî, bû hêviya rizgariyê. Rêbertî ji bo tevahiya gelên cîhanê 'desthilatdarî' kir mijara nîqaşê. Rêya ji sosyalîzma desthilatdarîparêz ber bi sosyalîzma demokratîk ve nîşan da. Li hemberî gemarîkirina têgînên pîroz û însanî, careke din îtibar da van têgînan. Li hemberî Îslama Mûaviye, Îslama demokratîk, li hemberî netewebûyîna xwe dispêre etnîsîte û baweriyê jî, neteweya demokratîk, li dijî xweseriya dewletî, xweseriya demokratîk, li dijî siyaseta gemarîbûyî, siyaseta demokratîk afirand."

'ÇARÇOVEYA TECRÎDA LI SER OCALAN NAVNETEWEYÎ YE'

Oztuzun ragihand, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev hemû tezên xwe û manîfestoyên çareseriya demokratîk di nava mercên giran ên tecrîdê de pêk aniye û diyar kir, ku tecrîda li Îmraliyê ti carî neqediya ye, tevî vê yekê jî Ocalan bi kûrbûn û hewldaneke mûezem re têkoşîna aştî û çareseriyê meşandiye. Oztuzun da xuyakirin, ku Ocalan ne tenê di nava tecrîda Tirkiyeyê de, hêzên global û emperyal jî tecrîdê li ser dimeşînin û got, "Niha serdema Lozana duyemîn e. Sedsaliya peymana Syks-Pîcot e. Niha Rojhilata Navîn (ku navenda xwe Kurdistan e) bi peymaneke duyemîn a Syks-Pîcot re rû bi rû ye. Di rewşa heyî de yê ku paradîgmaya jiyana wekhev a gelên Rojhilata Navîn diparêze bi tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ev demeke dirêj e nikare nêrînên xwe yên bêhnê bîne ber Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi raya giştî û tevgera Kurd re parve bike. Li ser wî tecrîdeke şidandî heye. Di vê demê de civîna bilind a G20 li Tirkiyeyê hat lidarxistin. Piştî vê civîna bilind a serdestan, Kurdistan û Rojhilata Navîn bêhtir tevlîhev bûn û jiyana bi hev re ya gelan zehmettir bû. Emperyalîzm wer nîşan dide ku mîna li hemberî faşîzma DAIŞ'ê ya bi xwe afirandiye şer dike û hewl dide Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bike. Celadê duh îro xwe mîna rizgarker nîşan dide."

Oztuzun anî ziman, ku li Rojhilata Navîn hêzên emperyal çareseriyê naxwazin, rewşa xitimandî dixwazin û destnîşan kir, ku di vê çarçoveyê de duyemîn peymana Syks-Pîcot di dewrê de ye. Oztuzun ragihand, bi vê hewldanê re peymaneke ku kareke mezin ji şîrketên pirneteweyan re bîne û hîn bêhtir xwîna gelan birijîne, li ber afirandinê ye. Oztuzun axaftina xwe wiha dewam kir: "Komploya navneteweyî şeklê xwe guhertiye, lê dîsa di dewrê de ye. Tecrîda şidandî ne tenê bi biryara TC, di heman demê de bi erêkirina dewletên emperyalîst re didome. Dema min serokatî ji rêxistina DEHAP'ê ya Êlihê re dikir, rayedarekî Konsolosxaneya DYA yê Edeneyê di 6'ê Sibata 2005'an de bi min re hevdîtin kir û pêşniyareke bê exlaq a weke 'Dev ji komara demokratîk berdin, destekê bidin sîstema li başûr' kir. Bi dewletkirina Kurdan re, bi netewe dewletê re dixwazin Kurdan li nava Kurdistaneke biçûk a li Başûr bi cih bikin û kaosa li Rojhilata Navîn zêde bikin."

'LI ROJHILATA NAVÎN ŞERÊ BÎRDOZÎ YÊ 2 PARADÎGMAYAN HEYE'

Oztuzun bal kişand ser tecrîda girankirî û komkujiyên bi pêşengiya AKP'ê li bajarên Kurdistanê tên kirin û got, "Hikûmet niha sûcê şer dike. Hêzên global ên weke DYA, ku niha ji ber berjewendiyên xwe li pêşberî vê yekê bêdeng in, bi dîtina min wê sibe ji ber sûcê şer hikûmetê, serokkomar û serokwezîr darizînin. Di dema komkujiya bi serê Ermeniyan hat anîn de jî dewletên rojavayî, di berdêla hin tawîzan de dengê xwe dernexistin. Lê di dawiya dawî de derxistin pêşiya TC, tawîz jê stendin. Weke encam; li Rojhilata Navîn şerê bîrdozî di navbera du paradîgmayan de dimeşe. Li aliyekî vî şerî dewletên herêmî û global hene, ku her çend car carna dijberê hev xuya dikin jî her du sîstema kapîtalîst û berjewendiyên şîrketên pirnetewan diparêzin, li aliyê din jî Rêberê Gelê Kurd û tevgera neteweyî ya komunîzma neteweya demokratîk (sosyalîzm) diparêze, heye."

'RÊBERTÎ DI NAVA TECRÎDÊ DE JÎ GELEKÎ BAŞ DIZANÎBÛ DIVÊ BI KÎJAN ARGUMANAN NÊZÎ GELÊN TIRKIYEYÊ BIBIN'

Oztuzun da xuyakirin, ku du aliyên tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ya yekemîn; pirsgirêka jinê, neteweya demokratîk, çînî, ekolojîk û demokratîkbûyînê ku di heman demê de projeya HDK-HDP'ê ye. Nêrînên Rêbertî yên di vî warî de gelekî girîng in. Rêbertî di nava mercên giran ên tecrîdê de jî bi tenikiya pîşekarekî re bi hewldanên biçûk re bahozeke mezin afirand. Li hemberî sekin û bêbaweriya siyasî, Rêbertî ev proje pêşkêş kir û bi ser xist. Ji xwe tê zanîn, piştÎ ku biryara tevlîbûna hilbijartinê di bin sîwana projeya HDK-HDP'ê de hat dayîn, hevdîtina bi Rêbertî re hat astengkirin. Serketina 7'ê Hezîranê li ser vê bingehê derket holê. Windahiya dengan a di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî ji ber tecrîdê bû. Ji destwerdana Ocalan gelekî tirsiyan. Ji ber ku Rêbertî di nava tecrîdê de jî gelekî baş dizanîbû bi çi rengî û kîjan argumanan divê nêzîkatî li gelên Tirkiyeyê were kirin. Aliyê duyemîn ê tecrîdê jî pêwendiya xwe bi Rojhilata Navîn re heye. Rêberê Gelê Kurd gelekî baş Rojhilata Navîn bi taybetî jî Sûriye nas dikir. Ez şahidê vê me. Rewşa li Rojava di sala 2010'an de dît. Ji me re got, 'Wê li Sûriyeyê şer destpê bike. Bila Kurd parastina xwe amade bikin. Li alieykî hêzên dewletên paşverû û li aliyê din jî rêxistinên xizmetkarên hêzên global. Kurd hêza sêyemîn e, ne bila li hemberî wan şer bike, ne jî xizmetê ji wan re bike. Kî xweseriya me qebûl bike, bila bi wan re tifaqa bi pîvan bikin."

'JI BER KU LI SER SIYAETA ROJHILATA NAVÎN SERWER E, TÊ TECRÎDKIRIN'

Parêzer Oztuzun diyar kir, yê Şoreşa Rojava ji van rojan re amade kir, yê PYD gihand roja îro, pêşdîtinên Ocalan e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Aliyê navneteweyî yê tecrîda niha ya şidandî, pêwendiya xwe bi vê ve heye. Hêzên global dixwazin Kurdan bi kar bînin. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan hêz û şexsiyetê herî xurt e ku pêşî li vê digire. Kesekî dikare kaosa li Rojhilata Navîn ji holê rake, niha di nava tecrîda girankirî de tê ragirtin. Hikûmeta AKP'ê gelekî baş bi vê dizane. Di gelek hevdîtinan de, nivîskarên nêzî AKP'ê jî vê bilêv dikin. Dizanin ku Rêbertî li ser siyaseta Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê serwer e. Bi dîtina min, armanca bingehîn a tecrîda şidandî, parçekirina siyaseta Kurd, parçekirina di nava HDP û DBP'ê de ye. Yanî ji wan heye; eger hevdîtin neyên kirin û Rêbertî mudaxle neke wê yên siyasî di nava xwe de parçe bibin. Ji ber ku wê nikaribin baş birêvebirin, tevgera neteweyî ya Kurd wê bi gel re pirsgirêkan bijî. Li gorî xwe, di wê baweriyê de ne ku di mijara HDP'ê de serketî bûne."

'OCALAN JI BO ÇARESERIYÊ BI HÊVÎ Û FEDAKAR E'

Oztuzun anî ziman ku ji ber Ocalan niha bi dewletê re li hev nake, tecrîda li ser tê dewam kirin û herî dawî ev nirxandin kir: "Dema em diçûn girava Îmraliyê, carna em nêzî giravê dibûn lê tevî vê jî nedihiştin em hevdîtinê bikin û em vedigerandin. herî dawî di 6'ê Tîrmeha 2011'an de em gelekî nêzî giravê bûn û em sekinandidn. Hevdîtina heyeta dewletê dewam dikir. Ji ber ku encam erênî nû, destûr dan ku em jî hevdîtinê bikin. Weke parêzer, beriya hevdîtina dawî bi Rêbertî re rûniştim. Di 6'ê Tîrmeha 2011'an de me hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de anî ziman ku civîn erênî derbas bûye, bi dewletê re li hev kiriye, lê belê piştî avakirina Konseya Aştiyê (weke Desteya Şopandinê) wê dawî li têkoşîna çekdarî ya li dijî TC bîne. Moralê xwe gelekî baş bû û bi coş bû. Ji bo çareseriya pirsgirêkê bi rêbazên aştiyane, Rêbertî gelekî fedekarî kir. Herî dawî dawî di hevdîtina 27'ê Sibatê ya rojek beriya eşkerekirina Mutabaqata Dolmabahçeyê, tevî ku Erdogan rest kir û got 'Rojava xeta min a sor e', Rêbertî dîsa jî got; sibê mutabaqatê eşkere bikin. Bi vê yekê re jî nîşan da çiqasî ji bo aştiyê bi hêvî ye û fedakariyan dike. Rêbertî destnîşan kiribû, ku eger şer ji nû ve destpê bike, ev ê gelekî dijwar be. Mixabin ev bû."

Sibe: Di pêvajoya komploya 15'ê Sibatê de ya bi serê malbata Ocalan hat û nirxandina malbatê li ser komployê.