Komkujiyên li Sûr û Cizîrê li bajarê Pîsa hatin şermezarkirin
Li bajarê Îtalya Pîsayê, çalakgeran komkujiyên dewleta Tirk li Cizîr û Sûrê kirine şermezar kirin.
Li bajarê Îtalya Pîsayê, çalakgeran komkujiyên dewleta Tirk li Cizîr û Sûrê kirine şermezar kirin.
Çalakî ji aliyê Platforma li dijî şer a Toscana ve hat organîzekirin û zêdeyî du sed kes tevlî bûn.
Di çalakiya li ber Nûnertiya NATO ya li bajêr pêk hat de hat xwestin, fonên Yekîtiya Ewropa dide Tirkiyeyê bên betalkirin.
Çalakgeran işaret bi desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAIŞ'ê kirin û dan zanîn, ku alîkariya ji Tirkiyeyê re bê kirin, yekser diçe ji DAIŞ'ê re.
Çalakger li dijî Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê dirûşmên şermezarkirinê qîriyan.