Komkujiyên çeteyên qesrê li Salzgîtterê hatin şermezarkirin

Li bajarê Elmanya Salzgîtterê, berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê bi çalakiyekê hat silavkirin û komkujiyên çeteyên qesrê hatin şermezarkirin.

Kurdistaniyên li Am Monûmentplatzê hatin cem hev, dest bi meşê kirin. Kurdistaniyan ji bo şermezarkirina dewleta Tirk dirûşme qîriyan û belavok belav kirin. Çalakger piştî meşa li nava bajêr, li cihê destpêkirina meşê vegeriyan û li vir mîtîngek pêk anîn. Di axaftinên li vê derê de berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê hat silavkirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" û "Kujer Erdogan" bi dawî bû.